Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey can lêvên di hevûdû em bidoşin Der lêvên şeker ava heyatê em binoşin Emrê me di gerdûnê de çend salin bi hejmar Ev jîna ku em têdene erzan ne firoşin Ev jîna ku tê dene tev xwen û xeyal e Sermayê evîndaran tenê cam û peyal e Der çola evînê em li rewrewkê siwarên Ber pêlên di ba bê gem û hefsar em li qoşin çogên me di ser nayên di lîskê timî çik tên çawa hildidin nayên du mêr tim ger û bik tên Goga me bo çoganê me qet nagihê ser şek Berkên me di nerdê û di şetrencê de boşin Xama qederê ev bû li enya me nivîsî Teşya felekê tayê kefen herdem dirêsî Ber gora reş û tarî li benda me ye ey can Daxwazê evînê ew ne yê zot û qurûşin Qîma xwe emê bînin bi meyra şernivistî Nîska ber kelî çandî bi kurtêlên şikestî Maldar hewceyê malê dinê gerş û gemarin Têr nabin ji dinyayê wekî berxê li kûşin Qurtek ji meya den li derê meyxan û kunca Nadim bi dur û cewher bi elmas û bi genca Ka gencên di qarûn û suleyman û sikender Ew dan hevê dînar û dirav paleyê pûşin Me`d vê em li ser şopa siyamend û xecê bin şînwarê evînê li riya zîn û memê bin Wek wana ez û tu bikevin rûpelê tarîx Bes tîrêj te çav û gav li ser kir tim nexoşin. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz