Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
çiqa bêjim tu şêrînî welatê min Ti xêr û bêr û mizgînî welatê min Hemî bax û rez û dehl û gulîzarin Buharek têr gul û şînî welatê min Kulîlk û çîçek û nêrgiz gul û beybûn Xwe pê her dem dixemlînî welatê min Refê teyr û tilûra têne seyranê Tenê bilbil bi nalînî welatê min Ni hesret sorgula bînok dikî himbêz Li ser hêsra dibarînî welatê min Dilopa ser devê xuncan dinoşî ew Ji lewra serxweş û dînim welatê min çiya û deşt û zozan û çîmengahin Bi ava xwe tu zengînî welatê min Ji hevrazê çiya dertên çem û kanî çemê xabûr bilez tînî welatê min Ferat û dicle ava çemê hêzl Di bin cengê xwe dertînî welatê min Bi çaviyên ku ji tehtan têne xwer herdem Tu pê têhna me dişkînî welatê min Sura bayê siba bihna gul û sêva Ji zozana bi xwer tînî welatê min Ji qada te dur û elmas û cewher tên Ji çar hêla diçirsînî welatê min Buhiştek heq diyarî daye gerdûnê Bi rewşa mah û perwînî welatê min Tenê gavek ji zozanê şerefdînê Buhayê çîn û maçînî welatê min Di nêv xaka te neft û komir û hesin Tu pê diyê dihejînî welatê min çiqa penê te ez bêjim ti hêjayî Tu dayik û tu dayînî welatê min Ji pêsîrê te vedxum zemzem û kewser Tu cî û war û hêlînî welatê min Mexabin ku ji destê xayinê milet Kul û derda dikêşînî welatê min şêrê berzan ne mirye kesê xayin Ji qada te bi dertînî welatê min Ne pir dûre ku kurdistan bi ser xwev bê Tu dîroka mem û zînî welatê min Eger tîrêj şev û rojan dikî gazî Li ser tim dilo dînî welatê min. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz