Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Pir silavê min li ser pêşmerge û şoreşgera Xwedyê kolos û kuma şapik û şal û xencera Hêvî û çar û omîda miletê kurd in ji dil Hun tucar nayên şikandin qet li meydana şera Dem û dewr tev ya weye yevşê nedin dijmin tucar Nav û dengê we giha dewra cîhanê eşkera Pêşketin karê we ye ey serbilind û can fida Kelemê çavê neyara zabit û serleşkera Hazim û Yûsif Digel Izet û Hisnî û Ezîz Sûnd bi gorê pakrewana sûnd bi kêlê kevira Hûn ji bîr naçin tucarî xwîna we naçî bi tûn Heyf û tola we ji dijmin wê hilînin ey bira Hûn ji goristana Dêrikê serî hildne jor Guh bidêrin xweş li cenga kurd û dengê qumbera Mij û mûranê xwe berdaye serê lat û çiya Ceng û nav têdan û halane li şêr û ejdera Term û laşên leşkerên sedam li her cî bûne kom Bi hezaran bûne şîva hirç û û wawîk û gura Banê nêrgizê û zaxo dêrebûn û pêşebûr Tev kirin rizgar ji bin destê neyar û zorkera Ji welat sedam bi derkev paytextê mîdiya Cê pilinga ye ne war û cê qirêj û qeşmera ye Te li kurdistan nehiştin gund û bajar û zevî Pîr û zarok tê neman derketin çol û devera Berf û bahoz qir û serma ye li ser gohêd bilind Bê nivînin şevê tarî tevde bê mûm û çira Kê li dunyê wek te kir ma ey berazê dil kevir Te teymor ling û holako wan maxol û tetera Lê bizane ev şevên tarî diçin wê roj hilê Ala rengîn bête hildan wê li ser xan û sera Dadgeha milet hesab wê b`ter bibînî rojekê Wê te bavê çerxa tarîx bin dûlab û lengera Ziblegeha dewra tarîxê cih û warê te ye Kes li ser gora te zalim narijênî hêstira Ez bi germî dihejînim destê mes`ûdê leheng Kurê barzanyê nemir ew serokê şoreşgera Her dem û gav doz û daxwaza dilê Tîrêj ev e Leşkerê azadiyê hûn tev li ser çav û sera. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz