Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Vegerin Welat Vegerin Welat Xortên xwendevan peyên dîmoqrat Hemû bibin yek komel û civat Vegerin Welat Vegerin Welat Welat bandikî wa we dixwazî Kêrî we nayê ger û tolazî Porên sor xelek çîmên di tazî Vegerin Welat Vegerin Welat Milet we hiştî di dest neyara Tên wan bi qamçî bi qute dara Gêrê b` wan dikin wekî dewara Vegerin Welat Vegerin Welat Kanî mêrên qenc heyf û mixabin Welat we berda bi destê dijmin Mane perîşan keç û kal û jin Vegerin Welat Vegerin Welat Rêberên welat bîrwer û xwenda Vala nehêlin bajar û gunda Li hev nekêşin qayîş û benda Vegerin Welat Vegerin Welat çiqa bimînin hûn li devera Li bircên belek li xan û sera Welatê xelkê nabî ji wera Vegerin Welat Vegerin Welat Welat xweştire ji çîn û Maçîn Amed xweştire ji şehrê Berlîn Ji Siwêd çêtirin Wan û Fareqîn Vegerin Welat Vegerin Welat Heger bi rastî miletperestin Ma li vegerê çima hûn sistin Ev sûc û guneh ji me tê xwestin Vegerin Welat Vegerin Welat Bavên milên xwe tifing û sê rext Li benda wene çiya û şikeft Derxin ji welat dijminê bêbext Tîrêj bandikî Vegerin Welat.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz