Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu ji tarîxê bipirse ew dizane kîne em Em ji pişta qehremanin keyxesrewê mîdî ne Henber aşûr li babil paytextê dewletê Destgîrê hemûrabî şahê kildanîne em Em ji afet kurê nûh in pêş û salarê kelek Em ji cûdî daketin xwar hinû ewripîne em Nevyê rustem kurê zalê û guhderzin hemî Dijminê efrasiyab paşiyê toranî ne em Kurê kawa yê hesin kar serbilind û qehreman Mêrkujê dehakê zalim miletê arî ne em Nevyê koşanin qerpalê paytextê aşokan Navbera dicle û ferat kurdê mîtanî ne em Dewleta siltan selahedîn paytextê misr û şam Leşkerê azadiyê şûnwarê eyyûbî ne em Em ji meya fareqînin leşkerê bazê leheng Canfidayê paytextê şahê merwanîne em Ebdullê nehrî dema ku şêst hezar leşker civand Kurdê zaxrosim bi xwe tev leşkerê nehrî ne em Mîr Beder Xanê Cezîrî hakimê Birca Belek Xwendekarê dewletê pêk ve sîpahê wîne em Em ji amed bi xwe pêşmergê cenabê şêx Seîd Li ararat leşkerê Ihsan kurê Nûrî em Li şikak leşkerê Simko kurê cewher begin Lê li Sordaşe peyê Mehmûdê Berzencî em Leşkerê Seyid Riza em bûn li çiyayê dêrsimê Qehremanê şêr Elî tev canfidayê wîne em Xayinê rêber hevalê dijminê tirkê teres Lê biroska devê artêşa di dest besê ne em şoreşa Qadî Mihemed li Mehabad vêket Leşker û pêşmergê pêşwayê mezin Qazî ne em Jê bilî destê Riza xan ew şehinşahê ecem Daye sê dara serê Qadî bi derdê wî ne em şoreşa berzanî rakir li Kurdistana Iraq Tev sîpah û leşker û pêşmergê Berzanîne em Em bi dest rast û çepa va tên firotin dem bi dem Tev firarê ser çiya ne girtî û xwînîne em Ma gelo hov û teba ne em li ser xaka cîhan Têne cenga me ji çar alî de bê hêvî ne em Tim bi halan têne ser me tazî û tirk û ecem Ew ji cê me derdixin ma qey bira bê cî ne em Ey civata mileta dengê me çû çerxa felek Hûn ne lal û ker û kêjin qey nizanin kîne em Ey tîrêjê dil bi kovan bese dîwar bi guhin Kî dixwînî û guh didî şi’rê te hê sofî ne em. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz