Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bayê sibehê perde ji ber dêman hilavêt Wek rojê ji pişt ewran bi gerdûnê xuya bû Gêr bûm ez li ser qadê nr derman û ne raçêt Dil gav ji ten derket bi yarê re teba bû Ten maye li wê navê perîşan û belengaz Nêçîreke nîv kuştî di bin çeng û lepê baz Hawar û fîxana min giha yara min gulnaz Textora kul û derda ku dermanêm li ba bû Hat ser min û zendê xwe li zendê min dipêça Destûr Ling û pê tev da ne ber qeyd û kelemça Gûr kir wê li min agirê bajarê helebçe Razîme bi vê xeşmê li min ev heq rewa bû Zendê min û zendê wê li gel hev bûne çengel şabaş ji gulê re ku dibû hemdemê bilbil Keyxesrewê mîdî wekû êrêş dayê daye babil Aşûrî bi derkeftin kesek têde nama bû Ew bax û rez û ew mêrg û naraz û gulîstan Ew havîngeha bextûneser ew text û eywan Keyxesrewê mîdî lê dibû paşa û siltan Birca babilê ew ji mira koşk û sera bû Mayînê ji dewra kevirî me xweş min dîtî Ez bûm cengevanê dewleta hûrî û hîtî Ez mam torevanê şewketa mîtan û sîtî Bawer bike tîrêj ne yê va sal û dema bû. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz