Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Selahedîn serî rake ji gorê Ji mizgefta Emewya xweş binêre Li çar goşê Felestîn bûye halan Li dengê navtêdanê guh bidêre Millet bi ço û kevra tête dijmin Gişa sîng dane ber gula ji pêre Ji Colan û Xeza heta bi Yafa Li qadê xwîn dirêje şer bi gêre Kurên Sehyûn welat tev kirne wêran Kirin kavil çi mizgeft û çi dêre Binê destarê cengê hatye danîn Li yek hawî ser û laşan dihêre Keçan tev şîn girêdane seraser Kezî kirine diyarî,han jî vêre Ewa Beytlqudis gazî dikî te Xwe rapêçe ji bo mala xwedê re Li şînbozê siwar be wek berê tu Ku dengê te wekî qotîna şêre Bi gurz û şûr û mertal dakevî şer Tê meyadanê bihêlî ma ji kêre Li meydana te dijmin qet xwe nagrî Ji te tim dil bi tirse û newêr e Esed rabe digel sîpah û leşker Ji xakî şam bi berbanga sibê re Bi gernasî tu îro dest hilînî şeveq der tê di tarîka şevê re Felestînê tu rêzgar ke ji dijmin Bi destê xwe tu vê şermê veşêre Bipêşkev ey tu serdar û tu pêşwa Tucarî tu li qelsmêran menêre Eve dunya hemî ked û xebat e Cîhan warê piling û fîl û şêre Giya ta ku bi xurtî hêz nedî xwe Bi der nayê di bin hîmê çiyê re Zevî b`cot û bi sê gîsna nebî şûv Ku tov pê wernebî b`çax û demê re Neyê avdan bi baran yan bi avê Kurî nade di lat û sersedê re Qezenc nadî tu tişt bê kar û tevger Belê pêk tê bi xwêdana kedê re Erê Husnî Mubarek dostê dijmin Ala Sehyûn li Misrê fêrefêre Bi kamdêvid vexweş hatye girêdan Li Qudsê tu bi çavin pêl dinêre Tu xweş bawer be ku xortê çemê Nîl Nevyê kînane pir jîr û bi kêre Belê çibkî mecal dijwar û tenge Mixabin ew ji fedya ser li jêre Ewê verşîne wan zincîr û qeydan Bi sehwe wek pilingê ser zinêre Wê rojek bê ku taca ser milê te Bibî gog ew ji çogan û şegê re Ala Sehyon ji ser banê serayê Wê bê xwarê tevî xeml û sitêre Ji bîr mek kuştina Sadatê bingor Ku çerxa dem wekî gwîzan û kêre Fehed şahê Hicaz dostê Emêrka Emêrka dewlemend û xurt û têre Tu betrola xwe dispêrê bi carek Bi barê gemy û geştan zîv û zêre Ewê nifta te tev wan zîv û zêra Dikî çek û sîlah,dişînî jêre Ku Israîl ji we qewxê dixwaze Bi zîv û zêr û malê we çi mêre Huseyn nakî hedan ling nake bin xwe tu dinyê tev didî, paşa te xêre?! Bi firoka li çar goşê cîhanê Diçî û tê li jor û geh li jêre Bi lavlava Qudis qet nabe azad Ku ne`b hêz û huner be şûr jî pêr e Felestînê tu nastînî bi xelkê Bese êdî ji vî hawî bigêre Seddam rûnê bela bavêjne ser te Keç û qîzik bibên (sedamî zêre) Bi şeş derbê li dîwanê her û wer Bi çavan tim di çar hawêr binêre Bi temtêlê tu xweş box û berane Li Bexdayê serok û sekretêre Ji dijmin re dikî kar û xebatê Xelîc tev da Emêrka şet jî vêre Ku hespa xwe te da dijmin diyarî Serî berde bi hefsar û gemêre Bi zengo ew li qirpûzê siware Bi qoş têyê ku meydan maye jêre Iraq tevde bi dest dijmin ve berda çi mêrxas û `egîd û şoreşgêre Bi melhêbê peyakî pir lebake Li xerbî bêndera dijmin didêre Di laşê miletê xwed bûye mekrob Kwînêrek ser nixûm û bin bi gêre Ereb tevde dizanin ku ne doste Geraşe arvanê dijmin dihêre Divê hûn xwe nexapînin tucarî Qudis nayê di vê şop û riyê re Li benda kêne hûn îro bi carek We ser daye ji tamara xewê re Divê îro Felestînê nehêlin Ji şem`ûn û ji Ishaqê şamêr re Dikim gazî bela deng bê guhê we Bi xwe Tîrêj peyake b`şoreşê re.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz