Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
çawa ezê te`j bîr bikim ey çîçeka ber vî dilî eşqa te har û dîn kirim derdên te dan ser vî kulî bi soz û bawerya berê terka te nakim koçerê b`cerda giran û leşkerê Zor Temir başayê Milî nakim jibîr sebra dila çavên direş kanya kila sîng meshefa şêx û mela ezber dikim vî rûpelî pozê çilagî mermere tava xizêmê da sere mîna dilopek `enbere xala li dêmê sorgulî dêm k`ebeye xal ew bere dêm tore lê xal agire xal pût û latê Azere xal Laleşê nîva gelî ey olperestê dîl û jar xizmet nekî bi kar û bar naghêje armancê tu car sofî bi dev nabî welî xizmet nekî tu`b roj û şev bawer nekî bi dil û dev fermo ji meydanê birev bê gazin û lewm û gilî yê ku nebî yarek bedew çi fêm dikî j`dinya xwe ew hovê çiyaye bê derew lê be hezar ax û xwelî rûniştinek nêv dîlbera camek ji destê esmera nadim bi melyonê pera nadim bi zêrê surmelî nadim bi Bexda û Ferat nadim bi milkê Rojhilat nadim bi zozan û xelat çimek ji neynûka tilî ey xanima birc û seran ser deftera dêm gewheran vê emr û fermana giran êdî ji ser Tîrêj hilî. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz