Ger tu nebî ma em çine
Canim bi qurbana welat
Bawer biked rêça te de
Xwîna me erzan î welat
Axa te misk û enber e
Ava te ava kewser e
Kevrê te dur û mermer e
Elmas û mircan î welat
Ava çemê Dicle Firat
Sed zem zem û ava heyat
Nayên di mizgîn û xelat
Pîroz û derman î welat
Qda te tev zêrê zer e
Kîmya û nift û komir e
Tev dehle tev dar û ber e
Tev bax û bistan î welat
Xemla cîhan, ji rewşa te ye
şahî bi mizgîna te ye
Dem her di fermana te ye
Taca şerefxan î welat
Rabû ji te zana û jîr
Rengê Feqî, Elyê Herîr
Rengê Mela, pîrê Cizîr
Wek Ehmedê Xanî welat
Rabûn ji te, mêjûvan
Deng dan di nêv xakî cîhan
Rengê Emîn û Kamûran
Hişyar û Goran î welat
Rabûn ji te mêr û egîd
Wek Xalid û Ebdul Mecîd
îhsan û kalê şêx Seîd
Qadî û Barzan î welat
Havîngehad qada te da
Gerek li wan û Ameda
Bayê zozan û serheda
Xweşya dil û can î welat
Lawên te rengê şêrgela
Bi dest tifing, rext li mila
Sîng dane ber top û gulla
Li îraq û îran î welat
şoreşgêred înçax û dem
Xwînê dirêjin rengê çem
Sor kirne ew teht û kelem
Tîrêj bi qurban î welat
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön