Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
`kurtepeyvek ji tarîxa silîva` silîva ji dewra kevin de heye neha jî li ser çax û dewra xwe ye bi dehil û baxe bi çem û bi av ji sînga çiyê derdibin çend sîlav timî lê buhare kulîlk û giya li jêrê wê deşte li jorê çiya buhiştek xuda ye li xakî zemîn berê ew bi navê meya fareqîn ne dûre ji havîngehên ber ferêt bi nav û bi deng bûye bûka welêt ji berya hezar sal meya fareqîn dibû dewletek serbixwe nazenîn dema bûye dewlet bi serxwev dihat dibû bingeh û paytextê welat serek bazê dostik dibû pêşewa ji bajarê amed heya neynewa ji xabûr û dicle heya bê ferat ketî destê kurda gelê rojhilat sed û salekê kurd dima xundekar li ser destê sulcoqiyan hate xwar dîrok pir dirêje ji herdû ciya lê behsa me vêga li ser sêwiya Destpêk Di şehrê silîvan de sêwîk hebû Di bin destê amoj û apê debû Bi navê siyamend ne bav û ne da Ne xuşk û bira, xeyrî rehma xuda Perîşan û xwas û gurî ser bi ken Di axur de tim radiza ew reben Emir bûye deh sal dima bê xwedî Di dinyê de rojek xwe yî xweş nedî Tucar têr nebû ew ji nanê tisî Xwedê neyne jaro serê her kesî Jin apê siba radikir ew ji xew Dikir herdû destan ewê nan û dew Berê wî dida cot ku guryê qedê Ji apê re taştê bibî sersedê Newêrî bi dûr baji texma derî Ku xelkê ji sosret didane serî Bi çûkan didan dû bi kevr û kuça Ji tirsa xwe davête xort û keça Felek malxerabê bi zêr û zeber Li anyê nivîsandibû ev qeder Kesê qels tu najo dibin xurte mêr Li wan teng meke ew dibin tayê şêr Ji ber wan nekir der li wir `ingirî Di nav wan de bû qarîş û berberî Siyamend ji ber wan xweda hêlekê Ku xencereke zîvî dida kêlekê Dikir er xwe çîpek ji çîpa devê Berî da xerabyê bi roj û şevê Xerabî dikir wî bi roj û bi şev Ku zarok ji ber tîş dibûn ew ji hev Li taxê diçû û dihat wek pilink Ku zarok ji ber tev ketin hişke ling Ji derbê Siyamend ketin hundira Ji tirsa siyamend ketin axura Êrîş tim dida wan ji herçar ciya Bi çîpa devê geh bi kuçkaniya Di pêre xwe berda çiyê cengewer Ji bajêr birîne hemî rê û der Dibû pehlewanek dibû cengevan Ji bajêr ewî qutkirin aşivan Nema kes dikarî bidî ser riya Nema kes ji bajêr diçî nav çiya Li vir yek birînkir li wir guh birî Ker û ga û çêlek diman bê terî Ji ber ku setem dî ji xelkê gelek Li dunyê tu qencî nekir pê felek Ketin ber qelaqê ji destê gurî Bi xêr û xweşî ew ji wan nagerî Wekî serxweşan ew bi cama şerab Didan ber hevûdû çi qenc û xerab Ji kerbê cîhanê ji qehra demê Tu qencî nekir wî bi vê alamê Bi kîn û bi gir bû li xelkê teva Bi xencereke zîvî bi çîpa deva Firavîn û şîv tim dilê koviya şikeft xewgeha wî pilingê çiya şevek raketî bû ne ilm û xeber Ji nişkave xocê xidir hate ser Bi herdû piyan wî digirt û hejand Ser û pişt û qorik bi ser hev civand çi awir didanê wekî melkemot Bi kerb û bi kîn û bi xeyd jêre got Siyamend bese ev setem ev cefa Li xelkê tu herdem dixwî van gefa Tu xort û ciwanî kurek ber zewac Ji xelkê tu distînî salyan û bac Hebûn wek te zalim li dunyê b`sedan Bela xwe teva dîn ji destê xweda Tu zilmê dikî li kesê bê gunah Xuda tim ji bo wane pişt û pinah Tê ya xwe bibînî bi derd û xema Siyamend cihê te li vêde nema Nema tê bi kêrî te ev war û cî Dibê rojhilatê ji vêde biçî Silîva jin û mêr li te bûne yek Te nahilne sax bes ev zilma gelek Eger tengezar bû bi deryê revê Hewar ke tu xewna di nîvê şevê çi wexta bixwazî ez amademe Metirse siyamend li pişta teme Siyamend sibê radibû ew ji xew Dizanî ku raste ne xewnek derew Bi çavin dihêstir bi dilkî şewat Bi rêket berê wî kete rojhilat Berê xwe dida oxirê çav belek Li ba ket û pişta xwe daye felek Du roj û şeva ew li gunda gerî Li gundê umer beg bi şev hêwirî Umer beg hebûn wî du hespên beza Li wan pir xwedî bû ji tirsa diza Lehengê Siyamend peyê cengewer Dibû sayîsê herdû hespên Umer Du sala li cem ma xerîb û ne nas Tena qutkî kurka bi kevnek kiras Sibakê de dijmin bi ceng û bi şer Bi qewxe bi cerdek giran hate ser Di gunde nehiştin tu pez û dewar Ne gicgic ne hoho li wan bû hewar Li hespa siwar bûn li gund kes nema Berî dane cengê bi gurz û rima Ji şûr û rima ew dihatine hev Ji toza siwara ku roj bûye şev Siyamend siwar hat li hespet Umer Berî daye cengê bi hêz û huner Di şer de bi hêç ketye mîna devê Hewar kirye xewna di nîva şevê Bi çîpa devê laş kirin bê jimar Ku cerda giran jev kirî tar û mar Siyamend di wê rojê pêda hemî Li dijmin dikir cengeke ristemî Siwarê bi nav û bi deng serbilind Dida ber xwe talan berî daye gund Xweşî ketye gund tax bi tax mal bi mal Diçûn pêşiya wî lehengê şepal Ku emrek dirêj gundiya jêre xwest Bi lîrlîr du baqê gula dane dest Êvarê civata Umer beg gerî Berî da civatê bi wan şêwirî Gelo ma sezayê Siyamend çiye? Ku talan ji destê neyar anîye Civatê teva got bi heqya xwedê Keç ya xwe zelîxa diyarî bidê Emê bistirên pê ji zerfê demê Tu mêr wek wî nînin di vê alemê Umer beg dukes rêkirin axurî Ku bînin civatê wî xortê zerî Di axur debû lev dixist ka û dêm Bi hespa ve bû ew bi tîmar û êm Ji nişka ve dî ku di xortên şepal Li ber dergehin ew divên bêne bal Ewî go kerem kin gelî yawira Ewan gote fermo dîwanê bira Di gel wan dihatî dîwana xweser Bi tore dirûnişt li henber Umer Umer gote wî pir bi xêrê tu hat Ji deşta silîva li me rojhilat Bijî qehremanê bi kêr û lebak Pilingê hekar û çiyayê şikak Di heqê tede min tu qencî nekir Gelek poşîmanim li min tu negir Delala xwe ya ber dilê bav û dê Mi da te bi qewl û resûlê xwedê Ewî go sipasim ji te ez benî Zelîxa tu zanî ku xuşka minî Eger rast dixwazî tu qenciyê bikî Ji wan herdû hespan bidî min yekî Ku ez têr bibînim ji xwer vê dinê Ne wexte çikin ji dewxa jinê Ne xuşk û birame ne dê û ne bav Ne mal û ne milkim ne zêr û dirav Siwar bim li hesp têkevim li ser riya Bikim kêf û seyran li deşt û çiya Deverekê nehêlim tu cî û dera Hekar û şikaka heya heydera Ji bîr kim kul û êş derd û xema Begê min tu nanê min li vî cî nema Ji ber ku me zilm û setem dî gelek Binê ka ji min wê çikî ev felek Civat tev li halê siyamend girîn Umer got çi hespî dixwazî werîn Siyamend sibê radibû ew ji xew Diçû tewlexana di hespên xwe ew Dirêxistî hespek bi serc û bi zîn Berî daye oda Umer xemcivîn Siyamend bi tor û edeb hate dest Digot: ey begê min ev yê mi xwest Umer go: tu xêrê gelek jê bibîn Pîroz û diyarî te be hesp û zîn Diravin didayê ji bo xerciyê Li ba ket berî da pesara çiyê Li deşt û çiya ew siwarê tenê Dikir geşt û seyran li sewra dinê Xwarin ji goşt û dilê koviya Vexwarin ji ava devê kaniya çi êmîşê dara hebû jê dixwar çi sêv û çi hirmê bîhok û hinar Bi şev radiza ew di baxê`d gula Siba radibû ew digel bilbila Di salê me da ger xweş e şeş meha Di benga buhara di havîngeha çi pêta dil û can hemî pê dikuşt Kul û derd û xem wî di dil xwe nehişt Sibakê dirabû ji benda reza Siwar bû li demilqeranê beza Berî daye gundê li binya çiyê Ewî dî mirovek li texma riyê Dibakir Siyamend siwaro veger Ewê çûk bitirsin ji hespê qumer Tu gavek dî pêş bê ji te zêde ye Ku çûkek here ew bi xwîna te ye şîhîn ketye hesp cî guhestin hema Firîn ketye çûkan li wir yek nema Êrîş da Siyamend Qeregêtiran Bi çogan dihatê bi şerkî giran Siyamend peyabû bi çîpa devê Hewar kirye xewna di nîva şevê Berî dane hev wekî gurêd devbixwîn Bi çogan û çîpa devê bû reqîn Ketin pêx û ber çeng ji herçar kenar Wekî cengê rustem û esfendeyar Bi nigdanberê geh bi rîp û bi fen Siyamend li erdê dixist ew reben Wek hûto dihatî xwe lê kir bele Du hilfa negirt xwe li ber wî mele Siyamend wek boxê birîva bi deng Berî daye boxê silo beg bi ceng Li şehrê nisêbîn gihiştine hev Hihatine hevûdû ne tirs û ne rev Hevûdû bi navê digirtin bi dest Lê boxê silo beg ji ber wî şikest Siyamend dibû serfirazê demê Dibû qehremanek li wê alemê Qeregêtiran ew lehengê mezin Tu qedr û tu rûmet ne ma wî ji bin Ewî go Siyamend nebînî mi kêm Ku carek heye ez bi kêrî te bêm Bi destê mi bigre ji erdê mi rak Were em bi hevre bibin destbirak Siyamend bi dest girt û rakir piya Bibûn wek birayên ji bav diya Qeregêtran go bi soz ez benî Birayê biçûkim tu meznê minî Ne bav û ne dê me ne xuşk û bira Xerîb û nenasim bi xwe l`van dera De fermo bi min re birayê delal Gelek westine ku em herne mal Keç û xort li dor wan dikirne xelek Bi hevre berî dane birca belek çi xanîkî xweş pir dirêj û fire Ji Qişla silo beg gelek xweştire Wek eywanî kesra bi neqş û nîgar Bi dehl û bi baxe ji herçar kenar Xelatê felek pê kişandî qlem Di mizgîn de nayê buhişta îrem Ji birca li babil qiyas girtiye Kela dimdimê xan ji ber vê çiye Nizanim çi bêjim çi pesnî bidim Wekî şehneşîna paşayê ecem Ketin hundirû ew ji hêla derî Siyamend rûnişt û l`xanî nerî şewityû ne xana xwedê be dilo Bela sed qeda bê li xaniyê wilo Ne derge ne pencer dirêjî du gav Ne kunc bixêrîk ne cîcerk û av Ne arvan û dane ne nîsk û kewar Ku terya du mişka de lê nabe ar Ne serşok û risil û kulîn û nivîn Ne tas û beroş û ne teşt û misîn Tu cil têde nînin ne merş û kulav çi erdek herî tev dilop û çirav Du cewrê sega tê dikin warewar Nerîna pisîkan bi qîr û hewar Li hundir girêdaye tajîk bi cil Refê kêş û mêşa li ser poz û mil Reş û tariye qet ne rok û ne ba Ne bihna buharê ne sura siba Hema rabû serxwe wekî dîn û har Ser û ban bi ser hevde anîne xwar Bi destê wî girt û dida ber xwe ew Ji wî re kirî hespekî pir bedew Li hespa siwar bûn ji kêfa dila Berî dan şikak û hekar û mila Digeryan li nava eşîrên giran Li cibra û zîla heya heydera Vegeryane paşê siwarêd lebak Berî dane êl û êrîşa şikak Dema daketin ew ji jora çiyê Ku hepê xwe av din li ser kaniyê Li rê dîn keçek pir çeleng û bedew Cerek av li mil ber bi malê ye ew Siwara didan dû heya ber derî Xecê ketye hewşê li wan zîvirî Kermkin peyabin gelî cindiyan We kêşaye zehmet li ser van riya Xuyane mêvanin xerîbin ji dûr Kesin aştîxwazin neyêd gurz û şûr Bi ehla û sehla û gelkî bi xêr Li ser çav û gava siwarên bi kêr Peyabûn berî dane birca bilind çi dîwaneke xweş li baxerbî gund Bi xalîçe raxistiye gem bi gem Ber û cil seraser ji neqşê ecem Dîwar tev bi resmê piling û şepal Pozê kovî û şêr û xişfêd xezal Ji herçar kenara xuyane li wir Sitêrkên zeberced û elmas û dir Rûniştin li ser wan cilên rengereng Kulav û dîbacêd bi nav û bi deng Xecê xwarn anî di wê se`etê Bi pozê çilagî bi bejnek zirav Bi çeplên dirêj û bi keys û fesal Hiş û aqlê wê dimaye li bal Dema hevdû dîtin ji hev têr nebûn Di çola evînê de winda dibûn Evînî li wan xweş dibû wek şekir Ku meyla dila pir li wan zêde kir îşaret bi çavan didan herduwa Bi hev dane zanîn evîna xwe wa Bi dilkî melûlî xecê hate mal Evînê bi wê ra nehiştî tu hal Xecê dê û bav û bira tev birin Ewê tev bi hevra didan naskirin Dibê wek ji malêne herdû bira Bi xwarin vexwarin bi çûna dera Xecê bes tenê dibnisî roj bi roj Ku eywan û hundir li wê bûne doj Ji pêta evînê dibû tengezar Evînê hilandî ji wêna du par Dibê rojekê herdiwa hev didîn Xecê go: Siyamend were mi`b revîn Siyamend digot: ey keça beglera Kuramên te heftin xuha çar bira şikaka eşîrek girane xecê Nikarim ji te ez dikim vê recê Tu xweş zane ez û Qeregêtiran Xerîbin di nava eşîrek giran Ji ber ku me nîne tu cî û tu war Xelasya me nîne ji ber wan tucar Xecê got: metirse berî rojhilat Xwe bavêne bextê sîpanê xelat Li xanê lewenda li qafê çiyê Emê bistirin tev ji ber gaziyê Timî berf û baye timî lê mija Stara firara cihê mêrkuja Derabin xwe karkin bi hêla xwedê Emê tevde îşev gihên meqsedê Ji çek û silahên riza beg du şûr Hilanîn ji bo wê riya tirs û dûr Tîmar kirne hesp wan ji bona revê Xwe karkirne wêga biçin wê şevê Ku reş ketye erdê ketin ser riyê Bi sarya sibê re gihiştin çiyê Bi roj hilkişîn rê bi teht û kevir Gihiştine xanê lewenda esir Timî berf û baye timî sermeye Bi şev hêwirîn tev li mala keye Sibê rojhilat wî keyê şareza Zevîk da siyamend li textê reza Bi serhevde anîn du xanî bi hewş Digirtin bi mircaq û pûş û bi kewş Ji nû mehr birîne bi reqs û cifat Xecê bû kevanî li kohê xelat Siyamend dima ew bi tîr û kevan Qeregêteran haris û dergevan Mijûl ma Siyamend bi nêçîr û rav Li pê koviyan cî bi cî gav bi gav Siyamend sibakê li texma çiyê Ji nişka xezalek ketî pêşiyê Xezalê ji tirsa xwe berda ji kaş Revî ber bi jêr ve siwar ma li paş Siwar sertêdanî li vir geh li wir Hetanî bi esrê tu çîq pê nekir Ji esrê û pêve çiqasî nerî Ji ber çav ketî ew xezala berî Ji nişka siwarek xuya bû bi zîn Berî da siyamend bi kerb û bi kîn Ji dûr ba kirê ho kesê bê mejî Li çî xwed gerî tu li çola bejî Tu napirse carek çi rast û derew Gelo ev dever ma cihê kêye ew Ku rojek ji emrê te mabî gelek Ku bavê te be Qehremanê felek Êrîş dane herdû bi şerkî mezin Bi şûr û rima geh bi gurzên hesin Bi navê dilîstin bi kîn û bi gir Neyarê Siyamend li wî zêdekir Ji hawhaw diket ma bi çavê revê Ji nû hate bîra wî xewna şevê Derîkî ji xêrê xwedê lê vekir Ji nû ve hewar kirye xocê xidir Siwar lê nema bû tu hêz û qewet Wekî termekî ew di bin wî diket Esîr ma di destê Siyamend hejar Bi wî dixwest ser bikî lê du par Mexabin didî qîzeke domizî Bi cotek guhar û bi bisk û kezî şûr avête ji dest xwe bi hêz û huner Li min be bi qîzkêr dikim ceng û şer Ne ez bim ne navê min be ey gurî Sed ax û xewlî bê li nava serî Ewê gote: xorto xwe gelkî nebîn Mi pir wek te gêr kirne xakî zemîn Te zora min ne dibir pilngê xelat Lê xocê xidir zû di hana te hat Elîfa bi nav û deng im gurî Li şûrêm nivîsandiye sed mirî çiqasî tu mêr be ne tayê minî Du`a bik ji xocê xwe re ez benî Gelek dîl û hêsîr li nik min hene Ku dexmam li enya pirê wek tene Derabe digel min ku em herne mal Bi çavê tevda bibîn ey heval Bi hevre dihatin şikeftek mezin Fireh û dirêj e ne ser û ne bin Civatek dixun têde goşt û girar Di dawya şikeftê de pez û dewar Siyamend li wê der dima wê şevê Bi sehw û bi tirs û bi çavin revê Elîfê sibê radibû rojhilat Ji xew radikirin yek bi yek ew civat Digot ev dewar û pez û van pera Di nav hevde parkin hemî wek bira Esîrêd minin hûn heyanî niha Berî bidne malên di xwe hûn reha Gumîn ketye wan girtiyên mah û sal Helal dane ber xwe berî dane mal Elîfê û Siyamend didan ser riyê Berî roj biçî xwar gihiştin çiyê Li xanê lewenda dibû şademan Elîfê didane Qeregêteran Demek xweş bi here buhartin ewa Bi nêçîr p seyda evor û kewa Di kêfê dene lê nizanin gelek Li ser wan çi tiştî drêsî felek Felek xayine her dem û gav û wext Ne ol û ne dîne ne soz ne bext Xwe jê vegre dosto gelek koneye Heval jêre nînin li ber a xwe ye Xwe nespêrê jaro bi dil paqijî Bi yek awira tûj ewê teb kujî Piyala li ber wê tijî tim li dev Ji xwîna me vedxî bi roj û bi şev Timî serxweşe ew bi wê badeyê Tucar têr venaxwî ji wê madeyê Tucarê tu bawer mebe pê temîn Gelek xapînoke bi gir û bi kîn Ji dewra kevin dijmin e ne jniha Ji kewna berê de bi sal û meha Dikî şev dikî roj bi kêfa xwe ye Demê ku diçin tev ji emrê me ye Gelek şareza ye bi weyn û bi fen Bi hîlên xwe dersê didî ehrîmen Xwe parêz ke jê ey birakê gurî Hevaltî bi kes re ne bir ye serî Sibakê li madê xecokê nerî çi ta`l û ne xweş çav bi hêsr û girî Siyamend digotî xeca min çima? Cihanê xerakim bi gurz rima Ez saxim li dinyê tu bigrî wisa Bela min neçî ber derê her kesa Dilopek ji hêsrê te nadim timî Bi milk û bi malê cîhanê hemî Bi qehr û girînê xecê gote wî Elîfê ji min re bûye wek hewî Dibêje tu xwestya begê heydera Tu qîza riza beg xuha çar bira Te terka teva kir te da dû gurî Te qîma xwe anî bi vî serserî şikaka hebûn têde xortên lewend Hemî xanedan û hemî dewlemend Kuramên te heft bûn bi nav û bi deng Di cenga neyaran de şêr û piling Te da dû evê dev genî û çepel Timî ser di ber de gurî çavnexel Du kaşone lingên di wî serşepî Ku bin çeng û pêsîr bi rişk û sipî Tu çawa bi dû ket xeca bê mejî Kuramê xwe hiştin birayêd xwe jî Siyamend ji nişka wekî melkemot Sivik da xwe çav lê dibûn wek pizot Ji qehra kekê xwe û elîfê, gurî Bi lahor serê herdiwan pê birî Di pê ku dikuştin dimane tenê Di çav wî de reş bûye rewşa dinê Sibê zû siyamend berî da çiyê Mexabin nizanî çi tê pêşiyê Bi nêçîr û seydê diket nijdevan Birîn kirye kovîk bi tîr û kevan Birîn germ bû kovî ji ber kulkulî Birîn sar dibû lê li texma gelî Belengazê kovî ketî wê derê Siyamend gihayê dida xencerê Ji ber jan û êşê li hev wegerî Xwe tev da quloç ket pêsîra Gurî Li hev duqlipî hêz dida çar kenar Siyamend ji jora gelî hate xwar Di piştê de rabû dinîva gelî Xîpek darbi`êv bostek û çar tilî Di wexta ecel bê çi roj û çi şeb Xuda jêre tiştkî dikî wek sebeb Ecêba serê heft ecêba were Nêçîrva bi destê nêçîrê here Ev e hukmeta vî xwedayê mezin Surek kûr û dûr ji dewra kevin de Ro hatî delava ji seydê nehat Xecê şop gerandî li kohê xelat Li rast û li çep geh li jêr û li jor Xecê hate ser term û laşê evor Didî nalenalek ji jêre gelî Siyamend li ser dareke sê gulî Di piştê de xîûek çilo çoye xwar Dinalî mexabin ne han û hewar Xecê da girî çav dibûn wek pizot Li ser halê xwe û siyamend digt: Heware heware siyamend hewar Heware me dûre şikak û hekar Heware li êl û eşîra mila Li kîka û mîr û begê gurdila Heware li kurda li cerda giran Li zîla û cibra û heya heydera Li hûtê binê behra wanê hewar Li şêr û pilingêd sîpanê hewar Bi hevî ji tevda dikim vê recê Hemû bên di hana qijoka xecê Siyamend digotê xecoka mi bes Ji sîpan di hana me nayên tu kes Dikim kêferatê li ber vî rihî Tu bigrî tu negrî qeder namihî Tu daw û delingên xwe hildî xecê Ji saxya min êdî neke qet recê Berî bid şikaka li xan û serê Xwe bighîne mala xwe ya wek berê Tu hêja ciwanî bibînî yekî Ji dêvla Siyamend ji xwer xortekî Tu sal û zemanên di xwe ey delal Bibuhrîn tu vêra bi zarok û mal Ku lawek te çêbû xeca çav belek Du dengan bilîlîn ji kerbê felek Di nîvê çeva de dema azirî Bi dergûşê bigir û biheşîn perî Binuhrîn tu pêre bi dilkî birîn Siyamend li sîpan di bîra xwe bîn Felek mal xerabê serî l`me gerand Ku destê me herduwa ji hev raqetand Li dinyê gelek em bi hev şa nebûn Viyanê me badî hewa tevde çûn Xecê go: Siyamend bi sûnda mezin Bi navê xwedayê hemî ins û cin Herambî li canê mi kevne jinê Di piştî te re mêr li darê dinê Pepûka ewê kêferatê ez im Qijoka sîpanê xelatê ez im Sîpanê xelatê bi berf û bi ba Cih û peygera wehş û hov û teba Hewar kim li dar û berê van çiya Li hova teba lê ji bil koviya Erê koviyê malxerabo çima? Te hiştim di nîva kulan û xema Siyamend revandî ji ber vî dilî Ji kerba te avête nîva gelî Erê dar bi`êvê tu bû melkemot Te kuştî Siyamend te cergê min sot Menale Siyamend bi gorî menal Xerîba welat im ne ap û ne xal Felek wax li serê min geryaye bes Tenê bê xwedî me ne kûs û ne kes Berê bi ku dim xeco porkurê Bi şerm û fihêtim ji bav û birê Mitala meke ez dêrana te me Xwe bavêm gelî ez mêvana teme Siyamend digotî: xeca min mebêj Ji çavên belek hêsran bes birêj Xuda ku çi deyne li enya merî çi dûr û çi nêzîk ewê bê serî Bela min girane dilêm najenî çi xwîna ku tê xwar ji laşê min î Ji bona mi jarî xwe mek can fida Dikim va herim ez diyarî xuda Qûnaxa min dûre li min bû dereng Xwe navê gelî vî cihê kûr û teng Reca min ji te bes bikî leclecê Tu goram bikolî li vî cî xecê Li ser min bişîrşîr kin teyr û tulûr Di gel dengê qaz û qulingan ji dûr Siba bê min dengê bilûra şivan Digel qebqeba kewribatê zeman Li dor min biçînî ji hewdê gula Li ser min birêsin refêd bilbila Bila darbi`êv tim hebe sê gulî Bi navê Siyamend bimînî gelî Wê dara mirada be ev dar bi`êv Evîndar li dorbin bi roj û bi şêv Weha got û êdî nema dev gerî Mexabin Siyamend li wî cî mirî Xecê kirye fîxan bi ax û keser Ji jora çiyê wê xwe avête ser Ji hiş çû bi carek nema bû qewet Li ser term û laşê Siyamend diket Xwe himbêzî hevdû kirin mêr û jin Ruhê xwe sipartin xudayê mezin Berî dan cihê heq ji dunya betal Li pê xwe ne hiştin tu milk û tu mal Li xanê lewenda dibû berbere Gelek por li ser wan diçûne pere Di qurmê bi`îvê ewa sêgulî Ku herdu veşartin di nîva gelî Dibûne ziyaretgeha dilgiran Dibûn serwerê `aşiq û dilberan Gelî ma ji sal û zeman û meha Bi gelyê Siyamend hetanî niha Buhara bi şîn vedibe ew sê gulî Kulîlk digirnê pir wek ax û xwelî Bi emrê xuda kovî û ew evor Ji darê dixwun wan kulîlkên di sor Ji ber vê yekê dar timî bê bere Ku nagrî bi`îvan melûl û zere Surê vê cîhanê xerîbin bira Kitêb têde nadî xeber eşkera Kuta bû dîroka gurî û xecê Belê ez ji xwenda dikim vê recê Dizanim bi xwe şaşiyên min pirin Li ser min nekin bar di min bibhurin Meriv kême yezdan çiqa hiş bidê Kemal nîne xeyrî kemala xwedê çi tiştê ji min hat ev e yên me got Emir min di karê edeb de firot Me qîma xwe nanî bi malê dinê Ji ketme warê nivîsandinê Xecê û Siyamend wekî Mem û Zîn Me xistin dîrokê berî bên dizîn Ne firsin ne tirkin ne jî ermen in Ji koka xwe kurdin tarîxa menin Dibêjin çiyayê şikak û silîv Ji kevin de ne me`dena zêr û zîv Bi serhatiyên me gelek berze bûn Hiyamin dirêj ku di ser wan re çûn çi bibhîze deyne kekê xwendevan Berî jê bibûrin tu wext û zeman Me parêz ke yezdan ji yên zik direş Me tevda bidî ser riya rast û xweş Tîrêj tim berê wî bide qenciyê Tu rehber bî jê ra heya dawiyê *http://www.tirej.info/ **Rêzkirna tîpan: Ibrahim Heso Nevyê seydayê tîrêj

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz