Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ta hebem ez li dinê terka te nakin bi xwedê Sar kirî destê min îro te her kar û kedê şev û rojan ez di tatûla te da me ey welat Lê bi hêvî û lava naghêjim meqsedê Haletê min her demê dişkê zevî maye beyar Nêvçeye cotê mi latê naghînim ser sedê Ketme ber çerx û zemanan ew heyamên kûr û dûr Nîçîrvanê pez û kovî bûm ji dewra cemedê Herdû qubbên jor û jêr berya ji hev bi ew cuda Ez siwarê dînasor bûm li welatê serhedê Qelzem li deryayê hind behra reş û sor û sipî Hê ku yek bûn keleşî mi dikir li çola amedê Agirêm gur bû li zaxros û ararat û metîn Qehremanê textê kardox bûm li qafê kombedê Lê çikim dewra min çû ez ketme bin destê neyar Feleka malik xerab nadî min carek mededê Ez belengaz û reben mame di vê dewra cîhan Bê heval û hogirim wek sêwiyê bê bav û dê Va bi xaza xerdela ez tême sotim bê sebeb Kes li min naoirsî carek bûme wek guriyê qedê Lê bizan firset ji zêre her demê nayête dest Gog dema bê ber bi kaşo lêxe qet yevşê nedê Tazî û eyran û tirk xêra welatê min dixwn Bê welat tê çibki tîrêj can bi comerdî bidê. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz