Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Tîrêjo tu tîrêjek ji roja vî welatî Her dem bi xebat Dildar û evîndarî li pê roja featlî Dil nîne tebatî şûn mayê cegerxwînî tu vedixwînî dinalî Vî alî û wî alî Dil sade evîn e şev û rojan her bi karî Wek hacî û nacî Seydayê berêz xortên welat van e li karin Manende hejar in Ristên te yî şêrîn bi xwe ew pêtê welatin Ser rêka xebatê Tîpê go ji qendîlê welat daket û hat Mizgîna felatim Helbestî hilo ew bi xwe ermûşê herînin Yan şerbet û şîrin Lê gava dibarin ser neyar wek ber û tîrin Hingî bi tesîrin Tîrêj ne bêjem ne jî ustaz û ne rêber Lê dil bûye perwer Feryade ji bo roja welat ew kengî bê der Ta ku biçî pêş der Pêşmergê çiya vane ketin nav ber û nav lat Xweş hatiye şapat Mizgîne li henber bû li zaxros û ararat Va roja felat hat. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz