Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Rojek ji rojên buhara rengîn Ez diçûme ser çiyayê metîn çiyakî bilind hemî ber û dar Li jorê çiyê gelî û zinar Li dev newalan hemî bax û rez Li binya çiyê hemî êl û pez Bi nermî sura bayê siba tê Dengê orîna hov û teba tê şalûr û bilbil bi qîr û hawar Xumxuma ava ji kanî ne sar Civîk û tîtî mirxê baz belek Seyranê dikin bi ref û bi tek Di nîva gula ser giyayê şîn Xwe vedgevêzin bi şadî û jîn Ji nêv wa denga ji gelîkî kûr Bakurî çiyê ji cihekî kûr Dengek hate min nalînek şewat Can û ceger û dilê min dipat Rabûme ser xwe zû û ne dereng Berê xwe mi da gelyê kûr û teng Daketim xwarê berê mi`l gelî Tev teht û kelem bê ax û xwelî Berê min kete şikeftek mezin Mi dî di şikeftê kalek û di jin Kalo pal daye li ser xakî ser Bê merş û kulav reben ew hejar Kum û kolos di bin serê wî Kîs û qalûnek li pêş berê wî Serî weke kak riha wî sipî Kincine xilmet kiras û derpî Berê xwe daye hêla vî alî Kalê heftê sal ji kûr dinalî Pîrek rûniştî jinek xwedî şan Yeke navûser temtêlek giran Fala qenciyê li rû xuya bû Malbatek mezin keça keya bû Ya dî qîzeke xweşik dev li ken Gelekî bi rewî dev û lêv û çen Bejneke zirav çavin reş belek Dêmên sorgulî porên reş xelek Kêmasî nebû li bejn û balê Ebrû kevanê Rustemê zalê Pîrê rûniştî teşyê dirêsî Lê keç pî nakî zer dihêvêsî Lê pa çi bêjim heyf û mexabin Yên ku wisa qenc ev halê wan bin Di orta wan de agirkî qurma Xwe lê dane hev hemû ji serma Dawya şikeftê kulînek bê kêr Beroş û zerik cerek av û kêr Hemî bê ma`d û bê çehr û bê reng Bi ax û keser ne peyv û ne deng Mi xweş dizanî ji tevgera wan Işek pir giran hatî serê wan Mi got malîno siba we bi xêr Kalo helestî piya we bi xêr Got gelkî bi xêr mêvanê delal Li ser çavê min heya vir ji mal Keç rabû ser xwe cilek dadixist Ji ser kulînê li bin mi raxist Rengê wan vebû bi hatina min Kîsê tûtinê kalo dida min çixarakê vewx mêvanê ezîz Ji tûtina welat ya pak û temîz çixarak pêça mi`j tûtina zer Min kîsê kalo dîsa danî ber Min gote kalo çidkin hûn li vir Bi tenê hûn bê heval û hogir Malê dinyayê ku tev yê te bî Bihişt ne xweşe ku kes tê nebî Hûn ne koçerin bê berx û bê pez Di vî gelî de ne bax û ne rez Ma çawa we heye sebr û saman Ne çûn û hatin ne şopa kesan Kalo zîvirî berê xwe da min Kserek veda got ey kurê min Kalê hember te navê min bengîn Pîra min ev keç jî perwîn Kurê min sîpan pir xortekî jîr Berî ku tu bê ew çûye nêçîr Hatî serê me ecêbek wisa Xwdê neynî serê tu kesa Mala min berê li gundê ziving Gundê çeto bû axa-kî bi deng Merivkî zalim pir bi heyt û hût Wî axî hesin bi sarî dicût Topraxek mezin milk û malê wî Ji kevin cihê bav û kalê wî Halê min xweş bû wek mîr û bega Bi hesp û bi pez bi du cotê ga Perê min pir bûn zêr û mecîdî Motacî min bûn axa û gundî çawa çêbiba mi lê ned pirsî Ez bi rûmet bûm li cem her kesî Tu xweş dizanî mêvanê delal Pir bi rûmetin xwedî zêr û mal Kurê min sîpan navmalyê axê Xwedî qîmet bû li gund û taxê Pir xweş bû bira hal û wextê min Gunî bawer bûn tev bi bextê min Lê ma ez çipkim felek rûreş Li min tarî kir rojê minî xweş Xortin bê xelat ketin bin sîpan Cangîr û Gênco Silo û Ciwan çi bêjim ku min serê te êşand Kurê min Sîpan Perwînê revand Ku nîvê şevê hayê mi bû ji wan Ez û pîra xwe ji gund direvyan Li şûn xwe me hişt ew milk û ew mal Ew cot û cobar ew terş û helal Berê xwe me da gundê qeraxê Em ne hewandin ji tirsa axê Li wê topraxê em mane winda Sitar ne ket me li guhê gunda Ji bê neçarî ji wî gundê dûr Em hatin ketin evî gelê kûr Perwîn û Sîpan çûn gundê meto Ew nehewandin ji tirsa çeto çetoyê zalim bê dîn û îman Fermanek derxist ji bona Sîpan Yê bihewînî Perwîn û Sîpan Erza wî beglik mala wî talan Li wan rê û der lev dibûn winda Sitar neket wan li şehr û gunda Li paşê xwedê qenciya ku da me Perwîn û Sîpan ew jî gihan me Malê minî pir ew cot û ew pez Ew erd û zevî ew dehl û ew rez Axê talan kir ew dewlet û ew mal Ew ceh û genim nok û nîsk û çal Paşê şewtand beşt û darê me Tev kavil hiştin cih û warê me Tiştê ku hatî serê me bira Xwedê neynî serê gawira Ma me çi kirbû xwedê wisa kir Ev axê zalim li ser me rakir Em ketin devê pîs û nezana Em dibûn çîrok li ser zimana Xwedêyo hewar êdî ma ne bes Zilm û setema axayên teres Ma heya kengî emê wisa bin Ewê tim axa emê tim kola bin Mirin xweştire ji jîna kirêt Hêtira di çavê kalo re avêt Kalo lerizî ne ku ji tirsa Ji kul û derda ji qehr û hêsra Mi hinkî dida li ber dilê wî Ta bihna kalo dihate ber wî Mi got dê bêjm kalo guh bidê Ne sûcê axa ne jî yê xwedî Tev sûcê me ye na sûcê wanin Em tev kawikin em tev nezanin Axa me kirin Axa li ser xwe Gazna me ji meye wana me`d ber xwe Sûnda me bû tim tirba şêxê kal Bi serê axa tekiya pîr kemal Me`d got qey ci bê şêx yê ber fireh Alîk bihişte hêla dî guneh Me digot qey axa ewin mekemût Me bwer dikir mela çi digot Dijminê mi bûn gelek ji wan Lê bi rûmet bûn li cem nezana Bi vê nezaniyê em mane bê war Mehmû belengaz genda û hejar Eger em kurd biban tev yek Ne axa diman ne jî sêx û beg Me guh nedaba meleyê `d nezan Em îro ne dman feqîr û xizan Wekî alemê me jî bixwenda Kes nedma nezan li şehr û gunda Ne diçûn li ber ba wek per û kayê Em îro ne `diman kîmî dinyayê Bi şêx û mela bawer nabana Ne`d ketin îro warê nezana Ev şêx û mela axê vê welatê Memî ketne bin çengê dewletê Nayê bîra wan ew qedr û qîmet Tev bi nan û xwê hemî bê xîret Hene ji wana gelek bênamûs Li ser me bûne muxbur û casûs Bi vê nezaniyê bi vê riya şaş Gerwanê jînê em hiştin li paş Gerwanê demê giha meqsedê Em kurd tenê man ji kar û kedê Gelên cîhanê gihan sitêra Em tenê mane kurdê ji kêra Ji hişê mey kêm ev tê serê me Jarî xizanî li ber derê me Ta ku wisa bin halê me ev bî Li ser serê me tim tarî û şev bî Ta ku bawir bi şêx û bega Tucar goga xwe em nabin şega Me çûganê xwe daye dest wana Gazna me ji meye kalê zemana Ger nedin pey wan kalê `b tembelî Emê goga xwe bighînin serî Ger dest bidin hev karker û xwenda Cê wan namînî di nava kurda Belê em çipkin ji bê yekîtî Ew mane şipya em mane ketî Em pezin îro ew bûne şivan Ew bûne armanc ew tîr û kevan Ew me bir bi bir dispêrin gura Bê çaregihan li her devera Bi vê nezaniyê aqlê mey sitûr Riya me bûye bero kaş û dûr Bi van gotina peyvê mey şewat Kêfa kalê me gelekî dihat Guhdar bûn li min kalo û zerî Ji nişka me dî sîpan ket derî Laşekî kovî li ser milî wî Rextê fîşekan li ser dilê wî çaxê ku ez dîm berê xwe da min Gelek şa dibû bi hatina min Hat û rûniştî ew jî di gel me Go dayê zû çêk firavîna me Rabûne ser xwe zerê û perwîn Kalaxê kovî li ber xwe danîn Wê vêga herd wa ew laş qelaştin Ji herdû hêta hinek biraştin Li sêlê xistin çend nanê tîrê Firavîn danî li ber me pîrê Ez û kalo tev zerî û sîpan Her yek ji alî xwe diketin ser nan Piştî me nan xwar bergeş hilanî çeydanek çayê li ber me danî Di sê peyalê çaya enberî Me xweş vedxwarin li ber agirî Sîpan radibû xortê dilawer Bi destê mi girt em derketin der Mane l` şikeftê kalo û zerî Rûniştin li bin dêleke tirî Hîmek li wir bû sîpan xwe da pal Paşê gote min hevalê delal Ez bê neşerme go yek bipirsî çi ku adete li cem her kesî Em hev binasin herdû wek bira Kulê dilê xwe bikin eşkera Lê ez bawerim xortê dilovan Kula min û te yeke bê guman Go te nas bikim navê bibêj Mi got ez benî navê mi tîrêj Dema ku sîpan navê mi zanî Ew rabû ser xwe bi şademanî Ez bi gumanim seydayê delal Ji te`r gotiye bavê minî kal Perwînê ji gund ciwan me anî Lê bi her tiştî ew hê nizanî Ya me û çeto ji ser heya bin Ezê bibêjim tu guh bide min çend salê berê me xortê taxê Biratiyek çêkirbû li wê topraxê Ev tev bûne yek xortê wan gunda Karker û cotkar pale û xwenda Daxwaza me bû pîskirna axê Da azad bikin ewê topraxê Rabûne ser xwe me xortekî jîr Ji xwe`r gir serek bi şêwr û tevdîr Ji ber ku partî nabî bê wilo Serekê xorta bi navê silo Koma me bû yek bi roj û bi şev Em û axê sor ketin pêxa hev Rojek nedima bê serşikandin Rojek nedma bê xwîn rijandin Axa dî bi wan peyvên kurtêl xur Zora me nabin bi lêdan û bi şûr Bi wan çend peyvên bê kêr li dorê Me nastirînin b` kotek û zorê Ku dî em yekin çi xort û gundî Rabû hate me bi rengekî dî Rojek ji roja dişande pey min Keno girî bû go ey kurê min Tu xweş dizanî ez kurdûndeme Bê êl û eşîr bi tena xwe me Ev çol û beyar ev erd û zevî Ev bax û dibistan ev rez û devî Tev milkê minin li vê deverê Zêr û perê min nayên defterê Partiyek çêkirne hinek patexur Ev gundî li min kirne wek agir Divê ku buxun ji min eşkera Vî mal û milkî van zêr û pera Ez te nas dikim kurkî delalî Wer pispêrim te vî milk û malî Ezê te bixim nav zêr û derav Mi go xemnake axayê zirav Mi gotê yefşê nide birazî Wê diya tebe wekî dixwazî Mi `b gotina xwe kêfa xwe anî Ji cem mi rabû bi şademanî Daxwaza axê mi xweş dizanî Me ji ber hev bixin bi nagehanî Wê gavê rabû mi xort yeka yek Hemû civandin bûne wek xelek Em tiv dibûn kom heval û hogir Mi ta ji wanre bi derziyê vekir Mi şêwra tevda xortên di taxê Ez bûm navmalî berdevkê axê Ma bi destê min girtin û berdan Ji nav gund hilat ew şer û lêdan Dema axê dîn ku min xweda pişt Li ser vê yekê xurpo rûnenişt Karê xweyî pîs dîsa deranî Wî şer wek berê li nav gund danî Wê bi çav sorî li gund dinêrî çend hox û zevî ji hinka birî Axê qirêj û pîs û sitemakr Peyê xwe dan hev rahiştî qute dar Ya me û axê bi gotina kurt Gora sipî yê marê reş û qut Gotina pêşiya reh dibe biost Tu xweş dizane dijmin nabe dost Da em ha ji xwe kin şaş nebin tucar Ku pê jehr nabin tucar koremar Gundî û malî tevde ketin hev Xortê me tevda dîsa xwe dan hev Nav gund û maliya dibû kure pist Axê hîlebaz melê xwe daxist Melakî kone diwazde ilme Ser bi keyles û şaşik û turme Cibê wî fireh bi dest wî payston Yekî ebû qat wekî eflaton Riha wî sipî kake wek herî Mû li zimanê mele nagerî Mele radibû wê gav û wextê Gindî civandin li ber mizgeftê Rabû hilkişya çû ser menberê Gotarek dixwend ji ilmê berê Alê zivingê gudê li dorê Tu îş nameşe b` kotek û zorê Hûn tev dizanin gelî delala Av axê meyi ji bav û kala Hûn xweş dizanin axê `d vê wextê Pir bi rûmetin li cem dewletê Eger ku benda hûn lê bikêşin Ji dest welatê hûnê bi -êşin Ev topraxa ha milk û malê wî Cihê pîr û bav û kalê wî îro dixwazin vê mala mezin Hûn tor xerabkin ji ser heya bin Melê birayê me yê mislman Li me herame bê şek û guman Yê melê axê bi xwe yek parî Gunehkî mezin li wî dibarî Me û mirovan hemî mislman Xwedê me nexe ber gunehê wan Tev gunehkarin bê bext û bê dîn Destê xwe hildin bibêjin amîn Wê gavê rabûn Slo xortê baş Berê xwe melê ser bi şaş Go ey me melayê gundê zivingê Axa tête me b` darê tifingê Ti jî tête me bi navê agir Me natirsînin ev derew û vir Buhişt û dojeh milkê xwedane Ne ku bi destê şêx û melane Ol û behwerî gelek temîzin We kirne alet hûn pê dilîzin Derba we êdî nema cih digrî çawa bavêjin li we vegerî Hey Gelî mela hey şêx û seyda Goştê we j` mebû hestiyê we j` xweda Em va dibînin heyf û mexabin Hûn li me bûne neyar û dijmin Ma hûn nabînin halê van jara Li van sêwiyê`d li ber dîwara Carek napirsin hûn li gundiya Li perîşana li van jindiya îro tev mane bê cot û cobar Tazî û birçî genda û hejar Belê tu digrî li halê axê Hayê te nîne ji gund û taxê Ma qey wisa ye j` xewdê heq rewa Hêstira dibarî ji çavên ziwa Bi dev dibêjî guneh û nifir Dibin cidê te bi xwe çermê gur Bi hukmê tarîx bi dewra zeman Ji we`r namînî em dem û dewran Dargeha milet wê bête danîn Destê xwe hilde mela bê amîn Bela tu û axa hûn xweş bizanin Em xort û gundî yek dil û canin Da bikî axa çawa dibînî çi `j ezmana bê wê erd hilînî Ji îro pêve ne `d bextê hev de Axayê çeto peyê wî tevde Li ser vê yekê ji ber hev rabûn Ji ber mizgeftê ji hev bela bûn Li nav gundiya dibû gizegiz Axa û peya bûn keleş û diz Bi şev diketin kox û guhera Dizî dikrin ji her devera Dîsanê li gund dibû navtêdan Nav xort û axê bû şer û lêdan Li gund û taxê bû kurpîna reş Xorta şikandin ew diz û keleş Zora wan birin dil şewat Kesê qenc ew bû ji malê nehat Axa siwar bû çû gundê golê Gilî wî dikir li qeraqolê Axa li wê rê derewek dî dillîst Gote ombaşî hinek komonîst Rabûne ser xwe li van topraxan Her şev digirtin li gund û taxan Êdî ji ber wan nema dikin der Hana me maye dewlet û leşker Daye ombaşî pêçek benqenot Onaşî rabû weke melkemot çavê lê sor dibû her wekî xurme Ban dikir leşker hinek cendirme Rabin siwarên leşkerên cengê Berê xwe bidin gundê zivingê Hûn pîr û kala têxin bin dara Heya sêwiyê li ber dîwara Ji wê topraxê xorta bir - bi bir Bi hev girêdin tevda bînin vir Hukmê ataturk paşayê mezin Neyê guhertin bi destê dijmin Wêga siwar bûn leşkerê ser xoş Rêdara zorker hukmê qeraqoş Ketin hevdû gundî û malî Lê belê xortan xwe dane alî Ketin nav gund bi qançî û dar Diçûne wana weke gurê har Leşker civandin hinek kal û pîr Sêwî û jin bî zarokêd bi şîr Jar û belengaz xizan û birçî Leşker hate wan bi dar û qamçî Bê dilovanî siwarê cerdê Li wan dan heya reş kete erdê Bi êş û lêdan deng ji wan bilya Qeşema dilê axê dihilya Paşî cendirma ew kal û ew pîr Bi hev girêdan bi qeyd û zincîr Da bûne ber xwe tev birin gorê Kirin zindanê li qeraqolê Piştî leşker çû xortên serbilind Ji her alî ve xwe berdane gund Sibê rojhilat germ bûye meydan Zivingê bûye weke hêlekan Peyên di axê xortên mey çeleng Hatine hevdû bi dar û tiving Gundê zivingê bû wek şeva reş Demek pir ne çû ew diz û keleş Hemû şikestin ji ber partiya Bû kêf û şahî li nav gundiya Dîna xwe dayê perwîna çeleng Demek pojinî bi hiş û ferheng Dî go peya tev revîn ji meydan Ne `j xêra wane ev şer û lêdan Perwîna çeleng ew keça axê Berê xwe daye xortên di taxê Bi bext û bi soz bi sûnd û peyman Perwînê kete şop û rêza wan Nabin ku êdî ji hev cida bin Yan tevde bimrin yan tevde rabin Ji gund hilînin evê sitemê Da xwe bighînin karwanê demê Keç û xort bibin wek xuşk û bira Xweşî têkeve hemî devera Gundê zivingê bi mehrevanî Bijîn di gel hev bi şademanî Li gund nemîne şer û gizegiz Nemînin pêxwas ne keleş û diz Ji bo xebatê hemû bizanin Xêra hevûdû tevda bixwazin Bi vî awayî destê xwe dan hev Teva kar kirin bi roj û bi şev çi agirê germ xelk xwe didin ber Ew nayê kilan nîvişk nayê ber Hût û perwînê tev bûne yek dest Weçaxê pişta axê sor şikest Bi dilkî baqij ne bi êretî Perwînê di bû keçek pêşketî Perwîna çeto keça serbilind Wê rê vekirbû ji bo gund Keçan bi rengê xuh û biratî Berî dan xortan tev bûne partî Perwîn sereka xort û ciwana Xebat wê dikir pêtir ji wana çeto dema dî perwîn bi xurtî Dest daye xortan dibûye partî Har û dîn dibû radibû şipya Bankire gorgîn serekê peya Di vê ji niha heya di roj dî Perwîn bê kuştin zû li vî erdî Di vê bê kuştin bi destê zorê Ev kul bi min re neçîte gorê Rabûne ser xwe peyên di axê Pelendar dibûn li gund û taxê Xortan bihîstin ev şêwra giran Gihiştîne hev ew ji her deran Siwarê xwe danîn xortên ser bilind Di vê perwînê nemîi li gund Perwînê dibin cihkî ne pendî Bela lê nebin gundî û zêndî Bi şêwra xortan heval û bira Perwîna çeleng me anî vira Di vê wextê de li vir bin emê Ka em binêrin li çax û demê Ka em û axê çikin ji hevdû çawa xelas bin em ji yek û dû Nayête şoştin qet xûn bi xûnê Ta yek li şûna êdî rûnenê Ya me û axa eve ey heval Bes min tu gêj kir fermo herin mal Belê ji înê heya bi înê Xortê me li vir dikin civînê Ez hêvî-darim xortê dilovan li nik îşev bimîne mêvan ji ku îşev êvara înê sibe li gel me bikî civînê peyva tu bêjî jime`r şîrete pêşya gotine şêwr sinete min go xemnake sîpanê delal ji wir te rabûn em hatine mal em mijûl dibûn pêkve wê şebê paşê em razan heyanî sibê sibê rojhelat em rabûn ji xew bi dengê bilbil bi qebqeba kew bayê sibê tê xumxum ji ava em man rûniştî heya delava sê peyan me dîn wekî gurên har ji jorê çiyê çawa têne xwar? Em rabûn ser xwe hatin pêrgî wan Comerd û cangîr xortê dî ciwan Bi kêf û xweşî em şa dibûn tev Em tevde hatin lep û rûyên hev çi civînek xweş me kir wê wextê Em tev rûniştin derî şikeftê Sîpan em didan naskirin bi hev Pirsa hev me kir mijûl dibûn tev Sîpan dipirsî ji hersî peya Gelo ma çi bû ji wan girtiya Peya go eve halê me kurdan Berî sê rojan nû hatin berdan Me go çawane îsal dexl û dan çi halê weye îro li gundan Dexl û danê me pir qence îsal Me tijî kirin ew kewar û çal Mi go ma gundî tev diçine cot Hox û erdê xwe îsal we ajot Ma hêlî bajon axê sitemkar Ew erd û zevî tev mane beyar Dinya tev bûye bertîl û reşwet Leşker nahêlî em bajon yek xet Min go çawane hûn û kurtêlxwar Go dîsa li me bûne wek agir Li pişta wanin cendirmê golê Nema dihêlin em herin çolê Dewleta bê bext axê bê îman Gund li me kirne hesar û zindan Mi go xem neke tevde bibin yek Hunê goga xwe wêga bibin şeg Heya nekşînî tifingê şeş ber Agir zor nedê gule nayê der Nav we û axê xuyaye kûre Dawya bertîla kine ne dûre Piştî hûn mele bidin barkirin Pişta axê xwe hûnê bibirin Gorgîn bi gujin serekê peya Xelas bikin jê mal û gundya Gorgîn hat kuştin mele ku rabû şer û gelacî ji gund cuda bû Nema yek peye li gund dimînî Ma kî ji nûve wê dest hilînî Axa bibîne ku ew tenê ma Ti dost û heval li wî nema Wê ne `b camêrî darê xwe deyni Ew şer û lêdan nema dimîne şûvê xwe rakin disa wek berê Zadê xwe hûnê bînin bênderê Mixtiya bi çînin talik û şebeş Hûnê ji bîr kin ewan demê reş Dîsa wê bê we dengê berx û kar Qûtîna şivan horhora cotkar Keç herin avê bi şerbik û kûz Li rê bistrên helbestên newroz Dîsa wek berê lawkê xwe bêjin Derdên dilê xwe ewê birêjin Herin nav mixtiya seyran û geştê Wê gund bibî wek baxê buhiştê Zarok û keçik herin dibistan Hîn bibin ji bo jîna kudistan çi tiştê me go divê wisa bî Wê nîrê sitem ji ser we rabî Teva go eve rast û ya duruste Emê pêk bînin bi gav û buhist Emê wisa kin bi sûnda mezin Wê gund bi te `v bê piştî sê roj din Mi gote xortan piştî vê heştê Ezê bême vir ber vê şikeftê Hevdû bibînin dîsa li vî cî Ev dîroka we ji bîr mi naçî Firavîn dihat me tevda dixwar Roja me daket çû ber bi êvar Xatir ji hev xwestin em tevde rabûn Ji ber şikeftê ji hev bela bûn Piştî înekê ji roja heftê Dîsa ez hatim ber wê şikeftê Min hersî xort li hêla gelî Digel perwînê keça bi gulî Tev rûniştine li bin wê darê Girtiye ser wan siya êvarê Bengîn qalûnê vedxwî wek hero Sîpan li hundir laşekî digro Qirşa didî hev zera kevanî Da şîvê çêkî bi şademanî Me silav dikir li wana hema Tev rabûn tu kes rûniştî ne ma Em jî rûniştin li cem wan peya Li me tê sura bayê gelya Xêr hatin di min didan yeka yek Heya perwînê keça çav belek Pirsî min ji wan xortên ser bilind çi b` were çêbû va rojan li gund Go em sipasin tu xweş rêberî çi tiştê te go me tev bir serî Mele me tûran kuştî me gorgîn Ew peyên mayî ji gund tev revîn Axa dema dî bi tena xwe ma Gorgîn hat kuştin peye kes nema Melê ebûqat me ji gund deranî çetoyê zalim darê xwe danî şandî pey Silo xortê dilawer Go li şûna min îro tu rêber Erdê min tevdî ey xortê zana Pişt û par bike li van cîrana Eger me zilm kir li we çiqasî Di heqê wede hinek kêmasî Ez xweş dizanim kulê we kûrin Ez hêvî dikim dimin bibûrin Ezim gunehkar riya minî şaş Mi azad bikin îro bi şabaş Sed carî tifû li malê dinê Li vê xebat û keda mi b` tenê Silo tu zanî tu qenc dibîne Ji perwîn pêve kesî mi nînne Berî mirinkê dîsa wek berê Perwîn bibînim ez li vê derê Ez kurdûnde me bê kes im ji bin Perwîna çeleng ew omîda min Ev kar û keda minî çil salî Ji kêr bihêlim vî milk û malî Milkê minî pir van zêr û pera Ezê bihêlim gelo ji kêra Ma ezê çibkim bi mal û milka Tim zêdî mine berê cotek ga Dema ez bimrim bê kur û bê law Wê besî min bin sêzde erîn caw Ka kevin nedêrin dîsa wek hero Tiştê berê çû em lawê îro Silo em hersî şandin vê derê Malê bibin gunda dîsa wek berê Dîsa avakin kavilê bengîn Bav û diya xwe bibînî perwîn Piştî mele çû gorgîn jî me kuşt Gund li me îro bûye wek buhişt Em tevde rabûn çepik me kutan Bi jîna welat xebata xortan Ya dina rojê mi dî çend siwar Ji sirtê mala bilez hatin xwar Destkêşî wanin dewar û hêstir Qor û qafê mal li wan me barkir Em bi rê ketin bi koçe malî şikeft û gelî hiştin me xalî Qurpîna şeş ber dengê tifingê Lîrlîr kete gundê zivingê Pêrgî me hatin malî û gundî Koça me danîn bi ser bilindî Dema peya bûn li devê derî Kalo û zerê didan ber girî çawa wergerî ew dem û dewran Zimanê kevin hate bîra wan Hat ber çavê wan ew dewlet û mal Ew cot û cobar ew kewar û çal Bala xwe dane hêt û dîwara Hatin axûrê pez û dewara Ew xan û manî tev bûne kavil Dihate sotin li wan can û dil Gundî û malî mirov û cîran Hatin xweş bikin derd û kulê wan Bi destê xorta bi milê qîza Bi ava bîrê bi cer û kwîza Ava bû xanî dîsa wek berê Kalo bû malxewê kevanî zerê Perwînê birin mala bavê wê Hêtie ketibûn herdû çavê wê Ew mirxa çeleng li warê jînê Dîsa xwe didî li wê hêlînê Ker ber himbêza dê û bavê xwe Wê dest ji fedya bir ber çavê xwe Dê û bavê herdû diman şaş Can û dilên xwe didan bi şabaş Devê xwe xistin xwexeba wêna Belê têr dibûn herdû ji bêna Dîsa hate mal perwîna ciwan Ji nû bişkivîn bax û dilê wan Li gund dibûy mizgîn û pîroz Tev kêf û xweşî sersal û newroz Piştî sê meha xortên dilovan Perwînê xwestin ji bona sîpan çeto go ji bo çavên di perwîn Mi jî bigêrin bi rengê xwazgîn Diya wê rabû bi reqs û dîlan Li nav civatê bi deng û lîlan Govend gerandin rewşê û xatê Bû kêf û xweşî li wê civatê Cem hev rûniştin ew bûk û zava Li wan reşandin kulmên derava Hate dest axê ew kalê bengîn Zerê çû riuê dayika perwîn Milê xwe herdiwa bi hev sipartin Gustîlê zêrîn bi hev guhertin şekir anî û şûşên şerabê Vala dikirin distên di abê şerab gerandin karker û pala çingîn dikete cam û peyala Ser jêdikirin gelek berx û kar Gundê zivingê teva jê dixwar Bi def û zirne govend dibestin Piştî deh roja perwîn guhestin Govend û dîlan ji hev bela bûn Bi miradê xwe ew herdû şabûn Em hêvîdarin wisa nemînin Serxwebûna kurd em jî bibînin Miradê min jî wek herdû yara Serfirax bibin ji dest neyara Em jî li darxin govenda welat Ji dil bi der kin agir û şewat Xorta li mala sîpan û perwîn Piştî sê roja civatik danîn Silo rabûye wek pehlewanan Pîrozek dida perwîn û sîpan Gotarek dixwend bi bend û name Xebat li kare tim berdewame Di vê rûnenên piştî vî karî Darê xwe navên ji dest tucarî Azad me kir ev toprax û gund Divê dest bavên topraxeke dî Toprax bi toprax yeka yek bi dor Ev tenê ji mer nemînî sînor Hûn tev dizanin riya me dûre Azadiya me bi xwîn û şûre şro pêk nayê tu tişt bi lava şûr navên ji dest van dem û gava Xort bi vê soz û qerarê rabûn Bi şademanî ji hev cida bûn Em hatin dawî bi dilekî geş Ta destpêkek dî serê we `j mi `r xweş Tîrêj tim dibê ku em nebin yek Evê goga xwe tucar nabin şeg. *http://www.tirej.info/ **Rêzkirna tîpan: Ibrahim Heso (Neviyê Seydayê Tîrêj)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz