Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
çi sersal û çejne kaka Tehsîn Amêdî lê bû newroza welat î Mexabin ez çiqa îro dinêrim Xuya nakî di vê kom û civatê Dipirsî min ji çend dost û hevala Dipirsî min ji xort û pîr û kala Dipirsî min ji wan gerden xezala Digotin Tehsîn Taha çû wefatê Dema ku min bihîst ez mame xayiz Di ezmanan de perwîn bûye kadiz Buhara min diçû lê bûye payiz Gulêm weşiyan li ber serma sibatê Welat ma dest li çar hawêr û alî Mi go qey ev cîhan tev maye xalî Nema bilbil di baxan dinalî Nema ew qebqebq dengê kewa tê Emir pêncî û çar salî mexabin Kesê wek te ji dunyayê cuda bin Gerim gora reş û tarî beta bin Bi hesretiya ger û kar û xebatê Hezar û neh ser nût pêncê zanê Di roja sêşemê hêvdê Gulanê Te koç barkir ji vê dewra cîhanê Berî daye riya çûn û nehatê Nema dengê te yî zîz tê guhê me Nema tev radibin penc û rehê me Ketin şînê dem û sal û mehê me Li ser te bilbilê baxê xelatê Nivîsandî me navê te`b nigarê Bi tîpên zêr li ser enya buharê Bela rondik li ser te bêne xwarê şev û rojan wekî ducl û ferat çiqa bêjim tu hêjaye hunermend Gelo ka ew sema û reqs û govend Gelo ka ew dîlok û saz û sazbend Li derbesnd û metîn û şax û latê Keç û xortê me kurda şehlewndin Tu dizanî tev li ser te derdemendin Te koç barkir ji ewropa ji lendin Berî da kurdistana rojhilatê Ji gund û şehr û toprax û diyara Dihatin pêşiya koçê b`hezara Amêdî ma dibin toza siwara Ketin şîn û girî û kêferatê Erê tîrêj mirin ku hate insan Venajînin ne textor û ne derman Eger bê ser ji gorê qutbê geylan Bi berbejn û nivişt û şerqûbatê Xuda herdem tu hêvî û reca ye Tehsîn mêvane teşnê kerbela ye Bila ew têr vexwe gerden ziwa ye Ji kewser têr nebû j`ava heyatê. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz