Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Li Zêwa dibû wekî şeva reş bi destê Sedam rijêma xwînxwar Ji balafirên semtî û mîrac bumbe wek birûsk ji jor têne xwar Ew toprax hemî bû pêt û dûman Mij û mûranê girtiye ezman Qîr û qiyamet fîxan û nalîn Sed û bîst kuştî gelek birîndar Werin binêrin li term û laşan Li wan cendekan li wan telaşan Gewdên bê serî li nava êlê Li ber her derî qîrîn û hawar çi gunhê wan bû ew kal û ew pîr çi gunhê wa bû zarokên bi şîr Ma gelo eve şeref û namûs Sedamê faşist conta gunehbar çi lîska te kir qet ne çû serî çawa tu davê li te vedgerî Ew fitil û pêş û ew pehlewanî Li te çûn gilî pîçê setemakr Iraq te tev kir zîvar û terîş ji bo gelê kurd tev te da bexşîş şetel Ereb û sê perçê Xelîc Te tev dan şahê Ecem yadîgar Bazinê destê ciwan û bûka heya bi zêrê serê biçûka Nifta Kerkûk û Hiwêz û Besra Te tev li ser kir gornepaşê har Xortên gerdengaz wekî dibînî Tev bûn êzingê agrê Xumeynî Badî hewa çûn te pêk neda pêş Bi hezar gavî tu maye ji par Keç û zarokên gund û bajara sêwî te hiştin li ber dîwara Bûkên di salê tev mane jin bî Bê bira hiştin qîzên berxwedar Ka mêranya te heyf û mixabin Xumeynî li ser, tu ma ferê bin Rişma te îro ket destê Hisên Sergoşake teng bi gem û hefsar ka ew fortên te ew cengebazî Li hevhatinê îro dixwazî Dilê xwe xweş mek xumeynî nake Heya tu `l Iraq bimînî serdar Tu û şela xwe heya neyên der Aştî nakeve Iraqê yek ser Welat bispêre peyên dîmoqrat Iraq dibî yek nabî pişk û par Dana te da şah te xist vê wertê Lê dikî nakî nema jê der tê fitil û bermê te badîhewa çûn Ey rovyê çepel peyê koledar Kuştyê li Zêwa suxtên Qel`ediz Ew pakrewanên şehrê Rewandiz Te tev de sotin bi agirê sor Bê şerm û fedî ey kolê neyar Canê wan tev bûn wek mûmê şewat şewqa xwe vedan ser xakî welat Xwîna wan rijî bin dara jînê Bi wê xwîna pak bişkivî ew dar Bi sozemana adarê nakî Ta ku mafê kurd tu pê winda kî Xincera Serok Berzanyê nemir Dîsa di pişta te de diçî xwar Pêşmergên dilêr dîsa wek berê şerê te dikin li her deverê Rizgare îro sê parçê welat Bizan gelê kurd namirî tucar Hezar û neh sed heştê û pênca Nehê Hizêranê kuştina gênca Tîrêj menale tarîxa Zêwa Ketî defterê rojek bi hejmar.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz