Kawa serê xwe rake meyzeke tu `l vê dozê
Lawê te xwîn rijandin ji bo cejna Newrozê
Tu xweş zanî gelê Kurd hemû gernas û merdin
Ji xwînê re çiqasî çav fireh û comerdin
Silêman ey kurê genc serbilindê navê xwe
Tu bû malxuwêyê malê ji bo kalê bavê xwe
Lê te qîma xwe nanî bi tembelya civatê
Te zend û bend vemaltin ji bo kar û xebatê
Bi pêlava lastîkî bi çakêtkî ji balê
Bi bentelonkî xilmet tu bû karkerê malê
Tu ket warê xebatê şêr û gernasê welat
Cilka jar û xizanyê te zû ji ser xwe avêt
Lê namûsa pir mezin ku hate roja welat
Ruh û canê xwey şêrîn te da mizgîn û xelat
Tu îro dewlemendî bi şerefa navê xwe
Te îro pir hildaye serê kalê bavê xwe
şerefeke pir giran te daye xuşk û bira
Te li gundê Lodika vêxistî mûm û çira
Tu îro bû şehîdê bîst û yekê Adarê
Navê te hate kolan li ser enya buharê
Tu jî îro gihiştî wan şehêdên li Zêwa
Tu bû ji wê civatê tu ket sef û rêza wa
Silêmanê qehreman bi jîna xwey ciwanî
îro berî her kesî xerc û bêşa xwe danî
Silêmanê dilawer me`d nav xwîna te de dî
ayineya Berzanî resmê Se`îd û Qadî
Ew xwîna pak û paqij ku li qadê bela bû
çiya û deşt û zozan hemû têde xuya bû
Bi sûnd û soz û peyman tucar em xwe nadin paş
Ji ser rê û şopa te can dê bidin bi şabaş
Bilîlîn ey keça Kurd bes bigrî tu`b delalî
Li ser xortê nûhatî ciwanê çarde salî
Baqên gula bibarîn li ser gora Silêman
Xortê çeleng û hêja canfidayê Kurdistan
Gelo şens û bextê me ta kengî wê li xwar bî
Ev feleka malxerab digel me tim neyar bî
çiqa pesnê te bêjim xelas nakim tucarî
Hezar rehmet ji nik min li gora te bibarî
Sala hezar û nehsed digel Heştê û şeşan
Bîst û yekê Adarê şehîd çûye Silêman
Tîrêj bi fexr û nazî dike şîna te herdem
Kurê mihemedê Emîn, heval û yar û hemdem.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön