Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
(Li ser gora Seydayê Cegerxwîn qubek hatiye ava kirin di rengê geşteyekê de û Seyda gora Cegerxwîn kirye mîna çiyayê Cûdî û ew geşte kirye wek geşteya Nûh û Seyda weha gotiye) Ev cûdiye ez îro bi çavê xwe dibînim geşteya Nûh ku li rajore bi bawer û yeqînê Birca Babile eywanî Kesraye dibînim Tev neqş û negarên dur û elmasin ji çînê Yan qesrek ji kevrê mermere ku ez dibînim Seyda têde razaye li ser textê evînê Va xort û keç û kal têne meydanê bi mizgîn Da pîroz bikin îro li te vê şehneşînê çavnêrê te ne vêga dixwazin te bibînin Em tevde bi hêvîne ji Seyda yek civînê Wer carek bi derkev tu ji wê birc û serayê Da em ku mijûl bin tev bi wê dîdar û dînê Tu `b zarê xwe cewher ji dev û lêvan birêje Da em têr bibin îro bi wê peyv û nerînê Tu`j mêjve di xewdaye êdî bes rabe ser xwe bêtir ji du salan tu di orta wê nivînê Ser daye xewa şêrîn tu bê xem û xeyale Ro hatiye nîvro ma gelo nadî te tînê Ma qey tu Memê ye ku di zindanê dinalî Sed heyf û mixabin têr nebû b`dîtna Zînê yan Ferhade îro ketî ber pêlên di avê şêrînê vexwar ew jehra perwîza negînê Ya rengê Siyamed ku li Sîpanê Xelatê di gelî de kûr dinalî ku Xecê l`ser dikî şînê ser hilde ji xwe`r carek li dunyayê binêre îro tu temaşeke li vê dewra zemînê mizgîn li te va xortên me mil dane hevûdû wek şêra ji Bîngol ta bi Zaxros û Metînê Himîna kurê bava li ser şax û zinara dijmin dane ber hev koh û deşt sor bûn ji xwînê Gurîna firoka ye li ezmanê me kurda Dengê tang û topaye li erda bi qupînê Dîna xwe bidê Seyda welat tev bûye burkan şev bûne wekî roj tev ji agir û rivînê Sûnda me bi gurzê Rustem û çakûçê Kawa Textê dewleta Mîdya û şahê fareqînê Sûnda bi Mehabad kaniya xwîna şehîda Ala destê Barzanî li ser çayê sefînê Sûnda me bi kêlê ber serê wan pakrewanan Sûnda bi ruhê Leyla bi wê xwîn û birînê Ev çerx û dem û dewran hezar salî neyar bin Em ser natewînin qet bi vê kerb û bi kînê Navêjin ji dest xwe em tucar darê tifinga Qefdên xincera îro di kozik û kemînê Kurdistan biparêzin ji dijmin û neyaran nadin ji welat yek bihust û gav û erînê wek Tîrêj dibêje bese ev bindest û jarî bê şewket û ala ma emê çibkin bi jînê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz