Adarê tu hat ne wek hemû car
Hêviya me ji te ne ev bû Adar
Her sal tu dihat bi mehrevanî
Tev kêf û xweşî û şademanî
Tanî te digel xwe cejnên Newroz
Pêrgî te dibûn em tev bi pîroz
Dosta me tu bû ji dewra Kawa
Xweşya ber dilê keçan û lawa
Bextê me reş e ji ser heya bin
Ma qey tu jî bû digel me dijmin
îro dilxweş in û hem jî xemgîn
Em tev rûgeş in lê dil bi nalîn
Em dev li ken in umîdewar in
Lê ji çavên me hêstir dibar in
îro li me bûye cejn û sersal
Lê derdekî pir giran xwe da pal
Rojek xwe yî xweş nedîn me kurdan
Êşa me giran e, tev ji derdan
Ava Belekê berfê û Sîpan
Qet nakujî agirê dil û can
Bayê Serhedê û Zozanê banî
Hênik nake dil bi zendeganî
Xweşya Hêlekan û Mûş û Wanê
Qet nabe ji dil vê êş û janê
Roja me li welêt nû hat delava
Hîva me li xerbê çûye ava
Berzanî ji vê cîhanê barkir
Umîda me pêk ve tar û mar kir
Sed heyf û mixabin şahê kurda
Van rojên di teng te dev`j me berda
Ey bavê feqîr û dîl û jara
Tem hiştine bê xwedî li wara
Kes nîne serok cihê te bigrî
Dîroka cîhan li ser te digrî
Pey kar û xebata pêcî sala
Meydana welat te hiştî vala
Meydan xalî ye îro ji mêran
Torîk û çeqel li warê şêran
Ey balefira hejar û xemgîn
Tu l`bala dikî hewar û qêrîn
Tu b`xumxum û nalîn û fîxanî
Perwazan didî li jora banî
Xumîna te ya xemê dilê min
Nalîna te ya derd û kulê min
Tu b`gazî ye geh li jor û jêr e
Gazya sibeha tucar ne xêr e
Tu b`lez û bi bez ji Ewrûpa tê
Tenha ku berê te li rojhilatê
Qonaxa te dûr e, çol e ew qat
Warê te ye bajarê Mehabad
Hêdî bilive bi nermî xweş deyn
Siwarê xwe yê hêja tu meêşîn
Siwarê te ye Mistefa yê Berzan
Pêşwayê bilind, bi nav û nîşan
Pir hatî bi xêr ey şahê Berzan
îro li mehabadê bûye mêvan
Mêvanekî pir qenc û ezîz î
Rêzanekî hêja û temîz î
Tu j`mêj ve gelo ji refê xwe bir bû
Millet û welat bêrya te kir bû
Ey dil ca tu rab bi cengebazî
Tu l`kurdan bikî qîrîn û gazî
Kurdên di îraq û Tirk û îran
Kurdên li Sûrî û Yêrîvan
Ji çayê Berzan heyanî Torê
Pêk ve da bicivin hemî li dorê
Ew deşt û çiya tijî bibin kes
Da xayis bimînî çerxê Etles
Deryak çê bibî ji ademîzad
Ji şehrê şîn û heya Mehabad
Tabûtê ji rengê geştiya baş
Yê ku tê de ew serok û ew pa
Tabûtê li ser serê xwe rakin
Dest bidne hevdu û pişte bankin
Xweş xweş bikevî, ber pêlê destan
Heya we ku bighînin, goristan
Tîrêj tu li ber serê wî rûnê
Hêstiran tu bibarînî ji xwînê
Bêje: Ey serok û şah û rêber
Derkev tu ji tabûtê dilawer
Ey şêrê welat pilingê Berzan
şevgerê çiya û deşt û zozan
îro ne ew çax e ku tu razê
Azadiya Kurdistan bixwazî
çargoşê welat hemî neyarin
Pêşmergê te va hemî li karin
Dîsa wek berê dijîn li meydan
çav nêrê te ne bi emr û ferman
Deng nayê ji te, bi kêf û şadî
îro çima bersiva min nadî
Qey rast e, gelo te j`cem me bar kir
Mirna malxerab, te j`me cuda kir
Canê te dema ji ten cuda bû
Perwaze li nik erşê xweda bû
çerxa felekê ji rengê şûr e
Rêça mirinê di bin dibûre
Karwanê mirinê ne, em li pê hev
Pêk ve li serin, me nîne jê rev
Kurdistan seraser bûye lê şîn
Yek mal nema bê fîxan û nalîn
Kurd wa hemî derketin ji malan
Qêrîn ket biçûk û pîr û kalan
Bû qîr û hewar, li jêr û hem jor
Xortên di bedew, keçên gulî sor
Hêstir bi xwe wek tavêd biharê
Ji çavên belek xweş têne xwarê
Wek tavên meha Adar û Nîsan
Derya rijiya ji ewra dîsan
Sorgul hemî çilmisîn di baxan
Ber tev weşiyan ji gulyên şaxan
şîna te çiqas bikim ji ezber
Qet nakim xelas bi xam û defter
Lê kurd tu dizanî ew çi mêr in
şopa te tucarî na guhêrin
Nakim ji bîr bi soz û îqrar
Roja pêncşemê yekem ji Adar
Sala ku tu çû, hezar û nehsed
Hem heftê û neh meqamê sermed
Seyda hûn bişon, dereng e zûkan
Ji ava hêstirên keçan û bûkan
Sabûnek bi bêhn ji şehrê Amed
Qerqer ji welatê Mûş û Serhed
Cawê kefenê wî şapik û şal
şaşa ser serî kolos û desmal
şilfa xencerê mekin ji kalan
Dîsa bidne kêlekê ji dil û can
Darbeste ji dehla çayê Berzan
Pêwend û werîs ji porê qîzan
Bergorek fireh, ne teng û goncal
Kêla ber serî, ji çayê şengal
Hêdî û bi semt daynin di gorê
Baqê sorgula hûn bidne dorê
Ey gora cihê egîd û merdan
Wey war û cihê xeman û derdan
Gorê şînkeve, wekî biharê
Gorê bibe wek baxê Zinarê
Gorê bibe tev tu mêrg û çîmen
Gorê bibe tev kulîlk û çîmen
Gorê bibe tev rohnî û pertew
Lê reş nebî qet nebî tu lê şew
Me sipartiye ete serokê Berzan
Parêz bike wî ji tebayê çolan
Hember qirş û qalê ruyê erda
Rehmet li wê gora te be seyda
Yezdan tu bi navê Mistefakî
Berzanî bi rehmeta xwe şakî
Ridwan tu bikî heval û rêber
Da bên pêşiyê ferîşte û per
Xazim bikî hemdemê teniştê
Tu li ber vekî dergehê bihiştê
Tîrêj timî hêstira bibarîn
Heger bigrî li ser bi ax û nalîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön