Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
şermola hejar li rûyên erdan Wey war û cihê xeman û derdan Rabe vê sibê xwe reş girêde Karwanekî boş va tê ji rê de Karwanekî bi hêl û mêl û nîşan Va tête ji Amûda perîşan Ne koçer in ew, ne warguhêz in Westa ne li pêy hev, ew bi rêz in Nêzîk in ne dûr in xweş xuya ne Wek teşneyê rahê Kerbela ne Mêvan in, delal in pir ezîz in Hilmiştî ne paqij in, temîz in Sînga xwe veke li ber delalan Himbêz bike xweş ewan şepalan Zaro ne, ciwan in nû gihîştin Ew teyrik û bilbilêd bihiştin Amûd li wan bûye pêt û agir Naçare revîn berê xwe dan vir Zan in ku tu dayika henûnî Bê şik e, li ser wan dê tu rûnî Rêber Mihemed kurê Seîdî Sed rehmet li gora wî şehîdî Wan çakûç û bêr digel xwe anîn Koça xwe li dor êla te danîn şingîn kete çak û çan û bêran Borîn kete pîrekan û mêran Porên xwe keçan hemî kişandin Hinarêd ruyê xwe wan çirandin Qîzik ku dibêjin: Ax birê min Pîrek ku dibêjin: Ax kurê min Ap tenha dibêjin: Ax birazê Xal herdem dibêjin: Kanî xwarzê Bû qîr û hewar li dê û bavan şûna hêstiran xwîn tê ji çavan Amûdê seraser bûye lê şîn Yek mal nema bê fîxan û nalîn Ca rabe bipirse ey dilê jar Carek tu ji sînema gunehkar Bêje:Ey sînema bê ol û bê dîn Ma qey te digel ewan hebû kîn Kîna te li wan bû pêt û agir Ev roja giran li wan te rakir Birkan bû gelo di bin te derbû Yan berq û birûsk bi ser te werbû Yan pêtek ji dojehê bi derket Ku bakî Qerecdaxî bi berket Ku pêk ve civîn bi kîn û azer Hat girtin li wan derî û pencer Pêtî ku ji jor avête şaşan Agir şuxilî di term û laşan Bû qîr û hewar, fîxan û feryad Ji ber wî agirî tevan dikir dad Ema çibikin ne gazî û han Bû agir li wan erd û ezman Zarzarê mekin, gelî biçkûkan Wîzwîzê mekin, ji rengê çûkan Ev cewr û cevaya hûn dikêşin Can û ceger û dilê me dêşin Canê we dema ji ten cuda bû Pertew ji xweda digel teba bû Ew pêk ve firîn ji rengê murxan Perwaze kirin di baxê Ridwan Sed carî tifû ji van deman re Em hiştin ji kul û hem xeman re Nakin em ji bîr,bi dil şikestî Sala hezar û nehsed û şêstî Sêzdê çiriya duwem bi nîşan Tarîx e ji roja sotina wan Herçî ku mirin ew sêsed û çar Bil yêd pel şewat û yêd birîndar Tîrêj bigrî li xwendevana Sed heyf û xebîneta ciwana.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz