Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
(Em dizanin ku berî çil salî mîr Celadet rehma xwedê dikir û li şamê li goristana şêx xalidê neqişbendî hat veşartin. Piştî çil salî pîreka wî rewşen li sahil rehma xwedê kir û ew jî anîn li nik mîr veşartin.) Erê rewşen diya hêja te zû barkir bi dil manî Te xatir nexwest îro bi xeyd û dil bi kovanî Te qîma xwe bi me nanî der û êl tev te xalî kir Te em hiştin li wara wek xerîbê sirb û yonanî Riya koça te pir dûre û dirêje lê veger nîne Te cerg û dil hemî sotin bi dest agir li der danî Sitêrek ronî û geş bû di ezmanê me kurda da Mixabin ew sitêra geş vemirtî ku ji wî banî Te war û cî guhest dayê ji sahil hate şam îro Te bêrya mîr Celadet kir ku hatî cem bi mêvanî çi mêvanek bi temtêle ji çil salî we hev nedye Memo û zînê gihiştin hev di gorê de bi şêranî De herdû xweş li hev rûnên kul û derdên xwe tev bêjin Welatê xurbetê zore ji rengê hebs û zindanî Bila xweş bête bîra we Cizîr û şernex û cûdî Di gel bica belek dayê cihê textê bedirxanî Bedirxaniya bi ceng û şer cih û earê xwe berdabûn Xwe nespêrtin neyaran qet xwe nefrotin bi erzanî Li ber kêla ey dayê emê herdem serî xwarkin Tu pespora gelê kurde tu remz û nav û nîşanî şoreşger û şehîdên me li pey hev tim şerîpanin Mexabin ku tu jî îro kete rêza wî kerwanî Bi hêvî me dema bighê civata wan beg û mîra Se`îd û Qazî û Ihsan di gel seydayê berzanî Silavê kurdê sûryayê li wawn box û berana bik Bêje serfiraz bû kurd li başûr dewletek danî Ti mizgînê bide Qazî şehîdê dîn û dunyayê şev û rojan ceng û lêdane digel sîpahê eyranê Sef sal neyar tême bi ceng bi kuştin û ferman Wek Ezdehak bi êş û gir gelo xwîna me dermanî Diya kawa ji mer anî gelek kawa ewê bînî Serê dijmin bi çakûça bikin perçe bi mêranî Hezar rehmet ji dev tîrêj li ser gora te be rewşen Furişta kaniya berzex kevoka baxê ridwanî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz