Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Hevalê Qenat hevalê Qenat çi rojek ne xweş bi ser me de hat Mirna te îro ziyan da welat Ji roj bi ava heya roj hilat Bi vê çûna te hevalê Dilêr Ji dilê min î hejar û bêkêr Dilopeke xwîn midî hate xwar Xwe berdaye ser rîşa minî zêr Ez tev lerizîm dest bûne rêsî Tilî ji hev çûn xame teyisî Bi wê dilopa xwîna dilê xwe Ji kul û derda mi ev nivîsî çiriya paşîn reş meha wek şeb Te`j me raqetand bê sûc û sebeb Qenatê Kurdo rêzanê mezin Rêberê ziman Seydayê Edeb çi zû te bar kir ji nêv me yara Te em tev hiştin li şûna wara çûna te vêga ne pir bi wext bû Yên wek te nayê her çax û cara Qenatê kurdo heyf û mixabin Yên wek te îro miryê gora bin Heval û hogir şînê bikêşin Neyar û dijmin bi kêf û şabin Hevalê delal derdê me kûre şi`ra mi gotî pir kêm û hûre Kerwan bi rê ket xewa te zû hat Qenato rakev rêka me dûre Gelek wekî te çûn dil bi hisret Mîna Kamîran wekî Celadet Kanî şêx Se`îd Ihsan û Qadî Kanî Berzanî şêrê bi heybet Dema tu bighê nêv wan şehîda Silavan bikî li wan Egîda Bihejîn Dest seyda Cegerxwîn Wekî newroz û sersal û îda Mizgînê bid wan kurd nema dimrî çi jê bê kuştin çiqa jê herî Xwînê dirjînî bi serbilindî Ew ji doza xwe nema vedgerî Tîrêj de bigrî li ser hozana Li şoreşgêran li torevana kerwanê jînê ji te bi dûr ket Tu bû nêzîkî civata wana.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz