Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Sed hezar ax û keser îro ji kovanên di kul Her bi fîxan û bi qêrîn û hewar bavê felek Ez li ser canê teyî şêrîn dikêşim dem bi dem Hêsirê xwînê ji çavan têne xwar Bavê Felek Leşkerê derd û xema îro bi êrîş têne dil Qehremanê çerxê gerdûn payedar Bavê Felek Zû ji nav êlê te bar kir ey hunermendê mezin Reqs û govend û sema tev mane sar Bavê Felek Konekî reş hat vegirtin ew li şûn warê teye Têne govenda te îro bê jimar Bavê Felek Deng û pêjin qet nema tên kanîn ew reng û nîşan Sed mixabin ku ketin bin xakî sar Bavê Felek Maye sawêrek li ber çavê me ew xortê ciwan Ew dev û lêvên li ken ew peyv û zar Bavê Felek Kanî ew dengê teyê zîz wek sura bayê siba Dengê qêrîna qulingê ser zinar Bavê Felek şalûrê deşta Silîva bilbilê baxê Xelat Totiyê çayê Hekarê mûsîqar Bavê Felek şehrê Qamişlo ji mer bû wargehê saz û Edeb Mexelê Seyda û sazbendê komar Bavê Felek Mehmedê şêxo bi hêvîme ji wê bejna zirav Bik silavan li Cegerxwîn û Hejar Bavê Felek Bihejî destê ewan box û beran û kuştiyan Ji bedêla me mirovên dil fekar Bavê Felek Xweş tu bawer be di can û dil me de her tê bijî Qet ji nakin xebata te tucar Bavê Felek Rehmeta Yezdan ji dev Tîrêj li ser gora te be Gor bibî mêrg û gulîstan û buhar Bavê Felek. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz