Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey heval û hemdemê rahê welat Mehmed Elî Sed hezar rehmet li wê gora te be j`ber vî dilî Ma çi zû koça xwe barkir te ji nav êla xweser Te berî daye riya dûr û dirêj û bê veger Bi tenê îro te em hiştin li çol û kerbela Ew buhar û war li me bûne cihê derd û kula Ka dem û dewra berê ma kanîn ew kom û civat Sed mixabin çûye gorê tu bi hesretiya welat Partiya xweybûn dipirsî kanî ew xortê ciwan Destbirayê Nûrî Zaza ew hevalê Qedrî-can Bendê Ronahî û Roja nû û Hawar û Sitêr Tev li te îro dipirsin kanî ew gernas û şêr Rêberê xortên dilovan şeg û zana û şiyar Tevger û kar û xebata te ji bîr nakin tucar Mêjuwa kurd ez bihêvî me tu vêga guhbidêr Rûpelên pêşîn tu binvîse bi ava zîv û zêr Ew xebat û karê pê rabû bi zanîn û bi hiş Da bixwînî miletê kurd dem bi dem û nifş bi nifş Reng û nîşanên te sawêrin li nêk min her demê Sed xebînet ku ketin bin axa sar û qeşemê Ebrû mah rû afîtab ma ey tu gora serneşîv Feleke îro di birca te`d civîn ew roj û hîv Rûgeş û comerd û ciwamêr dilfireh û dev li ken Dest vegirtî bar biwêr bû neqşê Manî lêv û çen Ey birader mirina malikxerab bêbext û dîn Dest li ber nayête hildan tê me ew her dem bi kîn Xweş tu bawer be bira her kes li ber roja xwe ye ku çiqasî em bijîn dawî mirin para me ye Li te mizgîn be rûwa me va ji hêla reş hilat şewq û pertava xwe da Zaxros û şingal û Xelat Bayê kurd rabûye va dolab û çerxa me gerî Serfiraziyê dixwazî wê bijî qet namirî Vane pêşmergên dilêr dest birne ser gurz û çeka Bejin û bala xwe girêdane bi rext û fîşeka Wan bi navê şoreşê îro teva sûnd xwarine Ketne ber pêxa neyaran gir bi dijmin girtine Wa ji Amed te Hekarê ta Mehabad û Metîn Ceng û halane li çar goşê welat tev bûye xwîn Sitem û xeşma neyaran ji welat tev dê biçî Doz û armanca dilê te ne dereng wê bête cî ku digel baqên gulan gora em tev bêne ser Dê li ber kêla te hildin ala kesk û sor û zer Ta ku ew gora teyî pak lê bibî mêrg û buhar bilbilê şadî li ser herdem bikî qîr û hewar ez çiqa bêjim bira nabin xelas ev guft û go Tu li min megre li ser te ger bi kêmasî mi go Bîst û çarê çirîya pêşîn ji bîr nakin bira Hezar û nehsed û heştê û pênc vemirtî ew çira Sed hezar rehmet ji cem Tîrêjê dil tev derd û êş Her li gora te bibare Mihemed Elyê şiwêş. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz