Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Em ji hisiça birêdiketin Berê teksyê li ro ava bû çi rojek ne xweş bi ba bager Serê payîza bi derd p kula bû Li herdû hêla riya em li ser Selefê siwar komê peyabû Dema bi carê dirbêsiyê ketin Serê reşkona ji me`v xuya bû Me`j hev dipirsî ev çi halane Ev govend û reqs û dîlane Ev ne newroz û kêf û şahiye Ev ne sersal û ne megrecane Qîr û hawara pîr û keça tê Rabû me pirsî ji wê civatê Bersiva me dan bi ax û keser Muhemed Baqî çûye wefatê Dema me bihîst em mane xayiz Baxê dil û can lê bûye payiz Reng û nîşana wî xortê çelenk Li ber çavê me bûye qelawiz Dîsa em rabûn bi dil giranî Hatin ser gora wî xwendevanî Fatîhe li ser canê wî me xwend çend gurzê gula li ser me danî Me got Baqî heyf û mixabin Yên wek te îro miryê gora bî Heval û hogir şînê bikêşin Neyar û dijmin bi kêf û şa bî Ji zû te barkir vê dem û dewrê Welatê te ma bin destê zorê Barê te yê giran maye di mil de Kedera welat b`tere çû gorê Serê xwe rake wekî şepala Xweş bike dilê yar û hevala Li xwendengeha mosko tu rûnê Cihê te îro nemîne vala Welat di destê dijmin dinalî Hevalê dektor xwe m`d vî alî Ev kar û xebat ji we tê xwestin Meydanê îro nehêlin xalî Mirina malxerab jê nîne çare Dinya bê mirês ne cîh û ware çiqa li dinyê ku em bimînin Berê me tim li axa sare Ber roja xwe ye her kes bi dorê Emê her bibin mêvanê gorê Dest nayê hildan li ber melkemot Tême bi xurtî b`kotek û zorê Felek xayine her dem bi kînî çi xortên hêja ji me dibînî Nahêle bighê kar û xebatê Bi ber gorê ve ewî dişînî Ma qey qedera me kurda ev e Li dijmin roje li me tim şev e Tîrêj dê bese çi qûteqûte Dîwar bi guhin bi dû mekeve. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz