Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Tenabînim di vê kom û civatê Melayê Ehmedê palo tu kanî Di vê dewr û dema kar û xebatê Ji nav êlê te barkir b`dilgiranî Di warê tor û eîwan û edeb de Stêrek bû di ezmanê me kurda Mexabin ew sitêra geş vemirtî Nema ruhnî didî milet ji banî çi aû îro ji vî bextê me yî reş Tu ket rêza şehîd û pakrewana Giha Namî giha Hişyar û Bêkes Cegerxwîn û hejar û mukrianî Cih û warê îro maye vala Tu kes nîne ku şpnwarê te bigre Li ser textê evînê wek Cizîrî Di warê perwerî de tayê xanî Felek kor be bela çavê wê birje çiqasî xayine û bî bexte û xeware Kesê wek te ji dinyê dil bi hisret Biçin gorê di nav û zemana Kesê wek te welat gelkî bi hacet Ji derya gewr heya bigêje kerman Welatê şehsiwar û textê xesro Ji aptîkan heyanî aşokanî Bi wî zarê xwe yî şêrîn ti rabû Di gel xemê berî da tor û helbest Gul û çîçek bi gulwaza tê hûnan Te hêvistin ji rengê neqşê manî Hevok û peyv turk û tazî û firs Ji nav û ziman tev dane alî Gelek raste û durust tev maye paqij Ji kêm û şaşiyên îro deranî Eger dîwan bi rastî bête xwendin Dibistanek bilinde û xwendegahe Ne bes şi`r ê belê ferheng û herdem Tarîx û kevneyore û rêzimanî Gulîstan û rez û dehl e seraser Ji tuxmê her û êmîşê teda Ji xwen da ra didî rengê buharê çiya û deşt û zozan û çi kanî çiya wek mêrg û narazê elî qadî Sura bayê siba lê tê bi nermî Li ber vedbin bi nevş û nêrgiz û gul Kulîlkêd kesk û sor û ercewanî Di baxan bilbil û şalûr dixwînin Xunav ser pel û şaxa yê bade Dema vedxwin dibên dîwan û serxweş Buhar newroz û geşt û mihrecanî Tê kêmasî ne kir seydayê hêja Ji bo milet di ber kar û xebatê Te ev barê giran tenha ji milê xwe Bi destê xwe li ser milê me danî Ji vî karê te pir sipase milet şev û rojan ji bîr naki tucarî Di wijdanê me her tê bijî tu Wefadare gelê kurd wek tu zanî Hezar rehmet ji yezdanê dikpvan Li wê gora te bî her wext û gavê Wekî tîrêj dibê her dem bijî tu Di nav baxê buhistê b`şademanî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz