Serî hilde ji gorînê
Temaşeke hela Leyla
Li ser te kurd dikin şînê
Delala ber dila Leyla
Bi destê dijminê xwînxwer
Tu hat kuştin xuha perwer
Ku derdên tey giran dan ser
Hemî derd û kula Leyla
Te bê tirs, canfida kurdan
Weîsê meşneqa wêran
Wekî ristek hil û mircan
Vebestî gerdenê Leyla
şêrîna hemdem û yara
Tu rewşa naz û dîdara
Te em hiştin li şûnwara
Li çol û kerbela Leyla
Li ser te`m rengê goyînê
Dirêjin hêstirên xwînê
Rijandiye te li riya jînê
Xwîna xwe wek gula Leyla
Ciwan û rind û nû giştî
Te ev zincîr û ev piştî
Li ser milê me tev hiştî
Di nîv top û gulla Leyla
Bi sûnd û soz û peyman bî
Ku heyfa te bi ser û can bî
Li nik me dê çi erzan bî
Tu bawer bî bila Leyla
Divê xwîna xwe birjînin
Ku em heyfa te bistînin
Tucar em berno danînin
Ji nîv dest û mila Leyla
Bi tevdîra xwe Berzanî
Xeta cengê ji me r danî
Me bawerya xwe pê anî
çi gel û komela Leyla
Me al hilda ye ber jorê
Bi darê kotek û zorê
Digel te ku neçî gorê
Bi hesret û bela Leyla
Emê tabûtkê peyda kin
Ala rengîn bi ser dakin
Di ber dijmin re derbas kin
Digel şêx û Mela Leyla
Tu xweş fexr e ji kurda re
Bi karwanê şehîda re
Dilê min tim bi hewar e
Ji rengê bilbila Leyla
Bi wê bejnê bi wê qamê
Dema bighêje hendamê
Silav bik xas û wê `amê
şehîd û goriya Leyla
Bi wî rengî bi wê xwînê
Li tenişta şêx Seîd rûnê
Tu gurzêd misk û beybûnê
Bidî ber wan, cilla Leyla
Digel Qazî Mihemed bî
Li nik Seyfî, Siyamed bî
Li cem Extî û Mehmet bî
Di rêza şêrgela Leyla
Ji derya hiş duran bînim
Bi zîv û zêr bineqşînim
Li kêla ber serî deynim
Dîrok û cedwela Leyla
Bi te`r Yezdan dilovan bî
Bi dîdara xwe perwan bî
Te wargeh baxê Ridwan bî
Di nîv wan sorgula Leyla
Heya sax im ez ê bêjim
Li ser we mest û hem gêj im
Bi xweşxwanê xwe Tîrêj im
Ku la hewle wela Leyla
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön