Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ka di vê kom û civatê de ti nexuyaye kemal çiqa îro dinêrin ji me windaye kemal Sed mexabin te berî daye riya dûr bê veger Ev dema kar û xebatê bû ti ji me maye kemal Te bi bîr û bawerî ket partiya û temîz Ta bi mirnê li ser vê hedefê maye kemal Jîrekê derweqt û gavê herdemê xortên ciwan Te ji nav êla me barkir dej`me berdaye kemal Teşneyê ava feratê tu xakî kerbela Têr nebû j`reşa cîhanê zû te can daye kemal Em li ser te mest û gêjin tim bi axînin bira Ku qeder bê namihî şîn pûç û valaye kemal Em çikin nayête hildan dest li ber vê qederê Ev riya dûr û dirêj ya bav û kala ye kemal Lê tu saxe tim di nav dil û wijdanê mede Ku li ber çavê me sawêra te bes maye kemal Wa buhara can û dil hişk bû gul û çîçek weşîn bilbilê mest xeraman dev jê qeryaye kemal medresa berzanî ya têde te xwendî dem bi dem felsefek têr û tijî dersa me jê daye kemal ew xebta ku tekir tarîx tucar nake ji bîr bê guman ev dewr û dersa keç û xortaye kemal ku tu çû baxê buhiştê bik silava yek bi yek li şehîd û pakrewana cihê miryaye kemal sed hezar rehmet ji dev tîrêj li ser gora te be ev zemanê bê mirês yê kul û derda ye kemal. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz