Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bira Idrîs ne wext bû ma çi zû vêga te barkir Dilê pîs û neyar û dijminên kurda te şa kir Bi pê çavê serok şahî li me tev lerz û ta bûn Qelawizê xem û derdan li me dîsa xuya bûn Tu bawer be keç û xort û pîr û kal mest û gêjin Li ser te ew dilop û hêstirên xwînê dirêjim Ne wek Sedam dibêje tu bi dest wan hate kuştin Sedam Iraq xerakir wî du sed xort tê nehiştin ji sîka xwe ditirse herdem û roj û êvara Bexda û Faw û Besra çûn li ber topê neyara Gelo raste qeder herdem digel me ew bi kîne Bi kuştin geh bi talan û timî şopa me xwîne Di vê dewra cîhanê bo gelan mizgînê xweş tên Xelata me bi dest çerxa felek kuncîlê reş tên Bizane ey felek kurd tev de şêrin dev bi xwînin Ji dijmin re tucarî ew serê xwe natewînin Fidakarin li hevrazê çiyane ew şev û roj Li xwînrêj û setemkara timî jînê dikin doj Ji tarîxê pipirse kurd xwedawend û keya bûn Mîtan û Mîd û Merwanî xwedî tac û sera bûn Serekdar bûne guhderz, Restem û Xesro, Firîdon Salyan distandin wa`j Eskender û Aşûr û Sercon Bi xwe dîsa ewin îro ne kêmin û ne yaxin Xwedî tarîx û torin kok û qurmin ew neşaxin Tucarî ew li ser mafê xwe nadin jînperstin Di meydana şer û cengê de qet nayên şiketin Azadî ne bi lava ye bi dev berno û şûre Millet tevde li kare lê belê warê me dûre şop û rêça Berzanî daye ber me dê biserdin Bi comerdî emê xwînê birêjin ser biderdin Wê rojek bê çi dûr nêzîk emê bighêjne wara Emê bên der ji bindestê setemkar û neyara Hezar û nehsed û heştê û heft,yekê sibatê Birayê me bi êşa dil mixabin çû wefatê şev û rojan timî Tîrêj bi lav û bendeware Kaka Idrîs heazr rehmet li gora te bibare.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz