Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Felek xayin bi mer êdî çi doz e Li ser me tim mij û mûran û toz e Li ser me tim mij û hem toz û mûran Li pey me tim bi qûtîn û bi halan Li alîkî bi lêdan, tev birêjtin Li alîkî bi talan, û bi kuştin çi heqê te`l me ye, qet ez nizanim çiqa bê murwet, û bê bext e zalim Bese êdî li me dil tev te kir xûn Bela xwe`j me veke ey çerxê gerdûn Gelek heyfa min tê li xort û ciwana Li gernas û egîd û pehlewana Xebata bo welat, û halê millet Di dil wan de diçî gorê bi hesret Erê xortê gelek hêja tu şêxmûs Kurê Seido yê Gaso, bi nav û namûs Tu negihştî tu raman û mirada Di tabûtê te jî lingê xwe rada Bi destên xwe`y çepel kurd in di bê ol Ku xwîna te li rû erdê kirin gol Kula mezin ji dil naçî tucara Tu hat kuştin, bi şeş derbên neyara Delalê min, çi zû îro tu raket Li ser laşê te bû qîr û qiyamet Ne meşkîna tenê, û gundê li dorê Ji Mêrdînê heyanî bighê Torê Ji Dêrikê heya bighê Nisêbîn Li ser te wan, girêdane reş û şîn Ji tabûtê bi derkev, ey birader Xwe rapêçe di rextan de ji bo şer Bi şeşderb û bi qolan û bi rextî Bi mêranî wekî Hişyar û Extî Tu raweste li ser şax û zinara Digel dost û heval û kurd û yara Bi dest bigre tifinga destebaşî Bikuj mîrlazima, qolordî başî Tu heyfa şêx Seîd carek hilînî Ku navê te bi qencî, her bimînî Welat vêga ji dest dijmin dinalî Hevalê min xwe med îro tu alî çima îro dikim nakim, birader Ji te nayê ne lebt û deng û tevger Ne peyv û gotin û zar û ne galgal Gelo ma qey ev e mirna xerabmal Ku mirna malxerab, jê nîne çare Ji mer dinya ne cih û hem ne ware Bi xwe dinya wekî rewrewk û ba ye Li ber çavan sawêra sînema ye çiqasî tu li dinyayê bimînî Tu dê mirnê bi çavên xwe bibînî Li ber roja xwe ye, her kes bi dorê Emê carek bibin êvanê gorê Ku ew mala me ye, tirba reş û tar Ne dost û ne heval û hogir û yar Dixum sûndê bi navê pakî Yezdan Bi wê xwîna te yî paqij dil û can Ku em heyfa te nehêlin tucara Li dinyayê di zikê pîs û neyara Eger ne bi devê Berno û kemalî Welatê me ji wan qet nabe xalî Hesabê me digel wana, çi kûr e Daxwaza me welat, rêya me dûr e Divê rabin, ku em koça te barkin Vê tabûtê li milê xorta siwar kin Te bighînin heya mala te ya heq Ji vê dinya ne hêja û bi teqreq Dilo rabe bi qehr û cengebazî Li nêv tirban bikî qîrîn û gazî Tu wa mirya bi dengê xwe şiyar ke Yeka yek wan ji nêv axê tu rake Gelek hêstiran, li ber wana birêje Bi dil jarî ji wana re bibêje Hela rabin gelî miryên bi sed sal Merivkî zane û mêrxas bi koçmal Ji Meşkîna wî barkir, bi dil giranî Me koça wî li nav êla we danî Divê îro di xizmeta wî dabin Divê jê re wekî bav û bira bin Qîmetkî pir giran, hûn jê re bigrin Li warkî xweş, hûn dê konê wî vegrin Dizanim ku ji wî warî nema tê çi rêk dûr e, riya çûn û nema tê Ev e sozam digel te, her bi daxwaz Ku kurdistan bibî carek serfiraz Bi def û saz digel sîpah û leşker Li dor tirba te bigrin, xelek û ger Bi şabaşî bi şahî şademanî Bigerînin reqs û govendek milanî Ku tirba te bibî, wek baxê Mercê Bila `alem bi carek bêne fercê Bese Tîrêj bi nalîn û fîxan ke Xwedê şêxmûs bi xufrana xwe şa ke Melayîketên rehmê bên teniştê Bibe gor lê wekî baxê buhiştê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz