Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Felek bê soz û bê wicdan û dîne Ku ew herdem digel me kerb û kîne Neyar û dijmin û bêbexte zikreş Tucarî qet nedî me j dest, demek xweş Li pey me tim bi qût û qîr û halan Bi zindan geh bi kuştin geh bi talan çi heqê te`l meye qet ez nizanim çiqa bê merwet û bêbexte zalim çi xortên zane û hêja dibînî Ji me kurdan çi zû wîd radqetînî Bi ber gorêv dişînî ew riya dûr Veger nîne ji wê tirba reş û kûr Erê Ehmed kurê Menco birader Ne bes bûn kul te jî derdê xwe da ser Gelek heyf û hezar carî mixabin Kesê wek te ji nav kurda beta bin Kesê wek te welat gelkî bi hacet Ji ber ava ferat heta çemê şet Serî rake ji tabûtê hevalo Li çar hawêr binêre ey şepalo Li dor gora te tev yar û hevalin Hemî pismam û ap û dost û xalin Ji ber ku pir delalî ey tu Ehmed Te deng dabû ji vir heta bi Amed Birû qeytan enî wek ya berana Tu serdarê hemî xort û ciwana Gelek qenc û çiqa comerd û camêr Ji pola zend û dest mîna lepê şêr Bi temtêlê wekî bejna siyamend Li Sîpanê Xelatê şêrê serhed çiqa pesnê te bêjim ey birader Xelas nabe bi sed xame û defter Bi sûnd û soz û peyman bî li ser me Bi wî navê teyî hêja digel me Dema kurd serfiraz bin ey dil û can Emê tev bêne dor te b def û dîlan Li dora te b gerînin reqs û govend Gelek xort û keç û qîz û şekerxwend Ku xort tebl û sazan bi mil din Ala rengîn li ser gora te hildin Ji bîr nakin tucarî çarşema reş Ji mahê der sibat jê bîst û hem şeş Hezar û nehsed û heftê û sisyan Eve tarîx ji bo mirna te nîşan Heta vêder bi kêmanî me ev got Bese Tîrêj te êdî ev ceger sot. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz