Ey kilîşên dîl û jar, li şûnwarê ciwana
Xwedî ket binaxa sar, di nêva goristana
Ji dinyayê hat birrîn, ew pêger û şopa wî
Bejna bilind û şêrîn, wekî şitla rihana
Gelo ka ew dêmêngeş, ka ew dev û lêv û şeng
Kanîn herdu çavên reş, birhên wekî kevana
Ew laşê gewr û nazik, bûye xwarna gornepaş
Tê dilîzin kurm û kêzik, gêrikêd mûristana
Bûye şîv û firavîn, ji bo tûpişk û mara
Reng û nîşan tev rizîn, di nêv axa cebana
Ne wek di par û pêrar, ne wek dîtî şev û roj
Ne wek vexwar, ne jî xwar, îro li zenga dirana
Ne wek kir kar û xebat, ne wek dîtî sal û meh
Ne wek çû û ne jî hat, di tu dewr û zemana
Ne wek raza û nivişt, ne wek dî şadimanî
Ne wek rabû rûnişt, di nik mervên zana
Ne wek li dewra cîhan, bi serbestî ew gerî
Ne`l tu erdê bê pîvan, ne`l deşt û ne`l zozana
Ne wek keser kişandin, li ser halê esîra
Ne wek tu kul civandin, li ser jar û xizana
Ne wek dî çîçek û gul, ne wek hate guhê wî
Dengê şalûr û bilbil, di nêv bax û bistana
Ne wek dî bihara şîn, ne jî germa havînê
Ne payiza pelweşîn, ne serma zivistana
Ne wek bihîst tu cara, wî guvguva bayê kur
Ne dengê tav û ewran, ne xumxuma barana
Ne wek dîtî berx û kar ne naxir û keryêd pez
Ne horhora cotkara ne qutîna şivana
Evê mirna xerabmal, gelek delal veşartin
Ji xort û qîzên şepal, gernas û pehlewana
Ev riya dûr û dirêj, li pêşya me teva ye
Ey Seydayê Tîrêj, tu jî yek e ji wana
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön