Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Min bi xwîna dil nivîsî, reşbelek bo yarî ma Bi dilovanî sivik bik, tu li mil min barî ma çunkî zaro me, dibin barê evînê zorî ma Beske xeşmê tu li min, da ey şah û xunkarî ma Ez bi nalîn û fîxan im, bê seman im şev û roj Min bi zarotî evînî, bo xwe kir armanc û kar Min nezanî keyse dildarî, ne ku soz û qerar Ez evîndar im tenê, îro gulek nakî bihar Zulfê sor dûpişkê tev jehr in û ebrû tîremar Pir wekî min dil digestin, ez bi jan im şev û roj Sed mela û şêx bi berbejn û nivişt û qelema Feqiyê Teyran bi qêrîn ku ji ber av û çema Rustemê Zalê bi şûr û gurz û mertal û rema Bên bi han im naşikînin leşkerê derd û xema Ketme tora dîlberan ez bi fîxan im, şev û roj Ma gelo dîsa bibînim her wekî dewra berê Bejn û bala wê şepalê, zulf û bisk û temberî Geş bibî pêta evînê şewq û pertew jê herî Da bi merdî dil bi soz im, ez li ser wî agirî Ez ne poşman im tucarî, vînperestim şev û roj Qehremanên dewleta Medî, Mîtanî û Hûriyan Herqelê Romê di gel dehqanê Hind û Ariyan Padîşahê textê Faris, kesrewê îraniyan Tev dibin darê te bin taca serê şah û keyan Rû bide Tîrêj hevalê bê hedan im, şev û roj

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz