Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Welatê min çi şêrîne bi gorî û bi qurbanim Timî pê serbilindim ez bi rûmet û xwedî şanim Ne Tirk û Firs û Tazî me ji Mîdya û Mîtanî me Selahedînê kurdî me li textê Misrê sultanim şahê Misr û Filestînim pilingê xakê Hetînim Kurê Behramê çopînim li Bedlîsê şeref xanim Ezim Qadyê Mehabadê ezim şêrê serê latê Li zozanê Araratê seyd xan û Elî Canim Peyê Mehmûd Hefîdim ez mirîdê şêx Se`îd im ez Kemal Pîr û E`gîd im ez di bircê de Bedirxanim Ezim keyxesrewê şevgêr ezim Guhderz ezim ew mêr Ezim xan Dimdimê cengzêr neyarê şahê Eyranim Ku Canpolayê durzî me Hemê Mûskê Berazî me Ebdulrehmanê şûzî me neyarê Tirk û Romanim Kurê Faro ezim Sebrî ezim Xalid begê Cibrî Ezim `Ebduleyê Nehrî bi xwe Simko û Ihsanim Ezim pêşmergê Berzanî ku hîmê kurd bi cih anî Ezim Tîrêj bi şahanî li şûnwarê Kerîm Xan im.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz