Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Di hezar û neh sed û not û şeşa heftê gulan Li cizîrê bûye şahî navbera dicale û ferat Ro ji hewlêr bi derket paytextê dewletê şewqê da bajarê qamişlo yeker bûka welat Bû li çar koşê cizîrê kêf û seyran û xweşî Pir bi mizgînî serok mes`ûd kurê berzanî hat Bi hezaran keç û xort û jin û mêr çûn pêşyê Tev diketne ber silavê şêrê kurdistanê hat Lîrlîra keç û qîza li çep û rastê riyê Gumguma dahol û zirna reqs û govend û civat Berê teksiya xwe da qamişlo serdarê bilind Pêrgî hatin miletê kurd kom bi kom qed bi qed şehrê qamişlo sersar bşye lê kêf û xweşî Bûye lê sersal û newroz çûne kanûn û sibat Wa ji nû deşta cizîrê bûye lê mêrg û buhar Bi kulîlka xemilî ew gund û bajar û kelat Bilbil û şalûr li yek hawî dixwînin dem bi dem Tê li ser teht û şikêra qebqeba dengê ribat Bûye mêvanê hecî ebdilezîz bavê ehmed Kûrê hacî xelefê sara çi kurdin dilşewat Keç û xort malê derkeftin dihatin pêşiyê Dane ber çepkan ji bona rêberê kar û xebat Ser ser û çavan tu hatî kurê berzaniyê nemir Ey xudawend û serokê partiya demoqrat Dil û malê me li ber te tim vekir ye pêşewa Rengê heyva çardehê îro li Qamişlo hilat Bav û bapîrên te pêkve bûn şehîd û pakrewan Can di meydana şeref de xweş firoyin bê mezat Xemilandin xakî kurdistan bi xwîna sorgulî Ma ne bes ey çerxê gerdûn xayina kurd bê xelat Ev çi kîne tu bi mer herdem dikêşî şev û roj Ey hevala dijmina wey olperesta pût û lat Deşt û zozanên me toq bûne ji xwîna kuştiya Pakrewana ruhê şêrîn kirne qurbana welat Sed hezar car aferim ey şêr û gernasê welat Tev bi mêrxasiya îro va dem û dewra me hat çerxa dem herdem li pêşe nagerî ew ber bi paş Miletê kurd namirî wê herhebî roja feleat Bayê kurd rabû ji pêşve jevketî koma neyar Mij û ewrên reş û tarî çûn ji ezmanê welat Miletê kurd bûne kom dîsa li meydana fireh Sef bi sef mil dane hevdû bê jimar girtin civat Hate serban herdû dest hildane pêşwayê mezin Pir sipasa gel dikir dewra ku pê rabû welat Xwedî gotarek bi dil sozî li wê koma giran Tev bi şahî j`ev belabûn piştî da wan ev xelat Ew şeva pîroz û şahî leyletul qedra me ye Wê di dil da bî timî tîrêjê bê sebr û tebat. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz