Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Taca serê kurd ey welat çerxa felek yarê te bî Hêza helakurd û xebat Herdem feda karê te bî Gul çîçeka qada zemîn Baxê îrem bexçê evîn Hêza li rex çayê Sefîn Herdem arîkarê te bî Xweş paytext û keşwer e Herdem di gel ceng û şer e Hêza li deşta Hewlêr e Wek hêza rizgarî te bî Hêz û liqa şêxan e ew Yan hêza bêt watan e ew Hêza qer û germiyan e ew Azadî tim warê te bî Hêza li Zaxoya bi deng Pêşmerge ne bi top û tifing Bê tirs bi carek têne ceng Serpişk û hem parê te bî Hêza li Kerkûk û Dihok Parêzgehêd bajar û sûk Nadin ji te, yek ta û mûk Dinya ku neyarê te bî Hêza li Hemrîn û Belek Hêza di Kawa lek bi lek Tev de bi sîlah û rext û çek Herdem di ferwarê te bî Derbend e hem Qelediz e Barzan di gel Rawandiz e şeqlawe tev bax û rez e Tev şehr û bajarê te bî Homan û Rêzan û Bilî Mangêş û zozan û gelî Bolend û gelyê beg Elî Armişt û berwrê te bî Amêdî û Zab û Dihok Kerkûk û Zaxo, Dêr Elok Hewlêr û Bamern û Semok Têkda dibin darê te bî Cemşîn û şehrê çem çemal Hem Hacî Umran û Gilal Koy Sinceq, Ertûş û Diyal Tev gund û şehr yarê te bî Dokan û Eqra, Mendelî çêtir ji Hemamel Elî Bimrim li ew xak û xwelî Berbang û bêdarê te bî Sersing û Bazyan û şikêf Mêrga dirêj hem Tilkiyêf Tev mişmiş û hinar û sêv Bax û gulê zarê te bî şêrîn wekî bazya ne ew Yan xakî nav berda ne ew şengal û ser meydan e ew Eynzal û siwarê te bî Ranya û şehrê Xaneqîn Berya li jêr çayê Sefîn Hêjane milkê Hind û çîn Tev deşt û rûbarê te bî şingal û şehrê Neynewa çêtir ji Ana û Rewa Yek dostê em nadin ji wa Tev koh û zinarê te bî Kanyên di xaka Mêrge Sor Gol û çemên rex şehre Zor Ava çemê Diclew Xabûr Tev cok û cobarê te bî şêrîn e wek dims û şekir Kêfa dilê min zêde kir Sed rengê Sedam û Bekir Kuştî û birîndarê te bî Kurd tev bi hesret mêr û jin Sotî dilê Tîrêj ji bin Berzanî rêzanê mezin Her mêr û serdarê te bî (sal: 1968)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz