Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Miletê jînê bixwazî bê ked û kar û xebat Her wekî avê ji rewrewkê dixwazî ey bira şem`ê kafûr tê nebî zeyt ruhniyê nadî kesî Kûp ku bê gaz û fitîl bî vala şewq nadî çira Miletê ku hêz nedî xwe ew bi bala nekevî Wê bimînî kêm û bindest ey di kunc û hundira Miletê Rûsa eger xwîna xwe nerjanda tucar Ne dibû serbest û aza ji rijêma Qeysera Rengê Kûba yê welatê xwe bi xwe ava nekî Wê timî kola bimînî bê şeh û al û sera Ku bi sed ah û xwezî dest naçe ser baqê kezî Ger ne wek şêrê çiya bî wê bibî şîva gura Rastî û dilpaqijî milet pê dighê meqsedê Miletê kurd rabe bik kar û xebatê ji xwe ra Xweş bizane ku Xumeynî û Sedam û Êverîn Kurdistanê nadine te ew kaniya zêrê zera Ey gelê kurda xwîn birêjîn ev dem û dewra te ye Dest hilanîn fereca xêrê ye bes a mi j`te ra Hîn bibî `ibret bigir êdî ji van xêzên me got çiku dilxwazê te ye,Tîrêj bi rastî eşkera.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz