Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Serdarê bilind li kohê Berzan Deng daye cîhan hemî seraser şehbazê felek li jorê ezman Xweş yare û hemneşîn û rehber Serleşker bi xwe dewrê zemane Leşker hemî xortên canfîdane Al perçek ji xemleya cîhane Tê daneye rengê koh û xencer Ney dize wekî dibêjî Bexdad Miletperwere dixwazî azad Rêzane ji bo nejdadê Ekrad Hozane bi eql û fikir û tevger Sedam tu bizane dem bi dorî çavê xwe veke ma qey tu korî Ka Qasim û ka Feysel û Nûrî Ka ew begler û mîr û şeh û ser Berya te bûn ew wezîr û xûnkar Ferman dikirin bi agir û dar Lê bîr nebirin ku çerxê dijwar Wê wan têxe bin dolab û lenger Ew rêça li ser bûn ger li ser bî Ger wek wan tu jî ne bîrewer bî Naçare tu dê di gorê wer bî Nakin bo te fêde kom û leşker Sed balafir û hezar sewarîx Deh carî wekî wan qembel û mîx Berpaş nagerînin çerxê tarîx Ev çerxeke dijware xwe med ber Sedam dîn mebe li pêş te mêrin Hember te hemî piling û şêrin Cengvanîne kurdin tev bi kêrin Tîrêjê birûskin toxmê ejder.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz