Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez bi zarokî ciwanî bûm evîndarî welat şev û rojan dil fekar bûm mame xemxwarê welat Suxtiyê seyda cegerxwînê mezin bûm bê guman Ez li ser şop û riya ketme ser rêça welat Pir di vê rê da me dî girtin û lêdan û setem Lê çiqa xweş bû bi min ew tevger û karê welat Ez ne daxwaz bûmji bo malê dinê çavê di reş Destegîr bûm ez di gel jar û sitûxwarê welat Xameya min şûrê tazî bû di dest min her demê Tim bi êrîş bûm li ser pîs û sitemkarê welat Ez di gel xemla buharê bûm kulîlkêd renge reng Ez di del koçer û êl û pez û dewarê welat Rêwiyê çol û çiya bûm hemdemê hov û teba Hem neşînê keç û xort û kal û kevnarê welat Ez di gel dahol û zirna bûm govend û sema Dengê tenbûr û bilûra wan mûsîqarê welat Ez di gel kom û civat û şevbuhêrkê kurd re bûm Serpêhatî û stran û pîr yextiyarê welat Rengê goyînê fîxan bûm li ser canê şehîd Qehreman û pakrewan û canfîdakarê welat Me ji yezdanê dilovan her dem û caran dixwest Go bijîm sed sale dî der xizmet û karê welat Lê mixabin ez çi bêjim feleka malik xerab Wê min dûr ke ew ji gera çerxa destarê welat Ger ku çend pirtûk û dîwane ji bo milet me hişt Têr nebûm dîsa ji pesnê neqş û nîgarê welat Her wekî tîrêj dibêje sed xwelî li wî serî yê ji milet dûrkeve ma ew gunehkarê welat min bi hêvî ji te milet gazina te ji min nebî di bi hisret herme gorê mame deyndarê welat. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz