Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
şoreşgerêd Felestîn, cengawerê b`nav û deng Mêrxasî û gernasî, karê we ye roja teng Tang topêd sehyonî, çavên we naşikîne Dijmin vê qenc dizanî, roja cengê dibênî Sîngê didin ber gulla, hûn pêk ve canfia ne Yek leşkerê Felestîn, hemberî sedê wan e Xwîna we û gelê kurd, hat rijandin li Hetîn Dema cenga Selîbî, heyamê Selaheddîn Tarîx vaye bi merdî, îro xwe vedigerînî Berê hzar salê çû, xwe li warekî nû dibîne Xortê kurd û felestîn, milê wan e li yek dû Zincîra heyam û dem, cuda nabe ji hevdû Piştî cenga selîbî, sehyonî hate şûnê Xortê kurd û felestîn, erd xemilandin ji xwînê Bizan Menahîn begîn, daxwaza te b`cih nabî Welatê Felestînê, tucar tu pê şa nabî Bi sûnd ji mil xwe navên, keleşînkov û şeşber Mafê wan ku neghê wan, hinek zêde jî li ser Bila qenc bê bîra we, dema hûn hatne Libnan Bi tang û top û belafir, di gel leşker kî giran Canfidayên di sûrî, cengevanên felestîn Heftê rojî kirin şer, wekî şêrên dev bi xwîn Hemî badî heqwa çû, ew kotek û zora we Pêk ve li we wergerî, vajî dem û dewra we Kete rûpelê tarîx, şermek kirêt û giran Roja Sebra û şatîla, ew kuştina bê wijdan Ew kuştina tevayî, wê li ser we bê hejmar Ji bîr nabe tucarî, neb şev û roj û êvar Keç û pîr û kalemêr, ew zarokên du sê meh Hatin kuştin wê çaxê, bê sebeb û bê guneh Tev sor bûye ji xwînê, ew topraxa bê gûman Ey keleşêd sehyonî, dijminê tuxmê insan Bila hûn qenc bizanin, bi kuştin û bi talan Ucar millet namrin, der hîyam û der zeman Silavê milletê kurd, ey şoreşa felestîn Li we hene bi bara, bi bawerî û yeqîn Di gel we ne gelê kurd, hem şoreşvanên cîhan Bijî bjiî Felestîn, bijî bjiî Kurdistan Tîrêj ji bo Felestîn, ev helbest kir diyarî Bijî milletên bi dest, her bimrê sitemkarî…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz