Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

19 views 0 likes
Ji dil her dem birîndarim bi kîna keç Div herdem bibînim ez di îna keç Eger ku wê nebînim mest û sergêjim Dibe sawêr li ber çavê min wêna keç çiqa te`le bi xelkê peytewa canim çi şêrîn eli ber çavê min xwîna keç Dil û cerg û hinavên sotina dilber çiqa ez pê xweşim dîsa bi dîna keç Eger umrêm li dinyê se`etek mabî Ezê wê se`etê deynim rehîna keç Eger ez xwe bikim gorî ne poşmanim Ezê çipkim ji jînê bê evîna keç Ezê çipkim ji mal û milkê dinyayê Bese ez têr nebim carek ji bihna keç Jiyana bê evîn pûçe ne hêja ye Bela pêxwas û birçî bim bi evîna keç Keç û qîzên cîhanê ez dikim gorî Tucar nadim bi şêrîn û bi zîna keç Bese tîrêj te çav û gav li ser danî Mexabin ku nerazî maye hîna keç. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Seydayê Tîrêj
🛒 0

Your Cart