Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ew reqs û dîlana evîn Yê serê govenda me ez Ew şa`irê dewra zemîn Xob û şekerxwenda me ez Xerxal û toq û gerdenî Ew kember û best û benî Berbisk û rista ber `enî Zêr bazinê zenda me ez Ew xeml û xêza renge reng Kebût ji wê pirça pileng Fîstan ji modêla fireng Kofya ser rinda me ez Gewherfiroş û perwer im Ez pesindarê dîlber im şev tariya wek fener im Rohniya serê finda me ez Lê ez çi kim ax û eman Aqlê sivik barê giran Ez ketme tora esmeran Jarê guhê gunda me ez Wê nazikê girt im bi rav Avêtime paş çayê Qaf çolek xirab bê nan û av Bê hemdem û wenda me ez Wenda kirim wan dêm duran Gulyên di reşwek ejderan Tobe ji evîna esmeran Pir jar û pergenda me ez Vîn behreke kûr bê ninî Rengê şeva reş wek tenî Parêzke xwe jê ez benî Beyhûde şermenda me ez Ez pende bêjim bê dirav Vîn agir e mavêj xwe nav Paşê tu dê çi av û av şîretkerê xwenda me ez Manendê Tîrêj ey merî Tucar bi ter naçî serî Pir bûm min rîh kir wek hirî Hêj kole û benda me ez.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz