Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Sawêra keç ji ber çavê mi naçe Heya sax bim tucar ne`b roj û ne`b şev Bi zaravê minin ev reng û nîşan Heya bimrim ku çavê`m bidne ser hev Hero carek ku ez dîlber nebînim Elest û serxweşim bê pirs û bersev Eger meyxur heroj carek nenoşim Meyê roj lê dibî tarî û bandev Evîndarî divê herdem wisa be Ku dildarî ne wabe jê bi dûr kev Evîn û jîn yekin bê hevdû nabin Bi rastî ne`b lef û dewran û ne`b rev Divê herdem li hale hev bipirsin Heroj carek ku ew rûnin li cem hev Li rengê bilbila herdû binalin Birêjin hêstirê xwînê digel hev Dema ku bighêjin warê evînê Li wan jîn xweş dibî wek şîr û hingev Divê her kes hebe wî dost û yarek Di qanûna evînê de bese ev Eger bê yar be tê çi`bkî ji jînê Bimir zûka di gorîne de rakev Bi dilkî baqijî şi`rê bixwîne Tu kêla tu li Tîrêjî ne bişkev.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz