Qulingê min çima îro
Bi qîrîn tê ji germiyana
Bi çeng û bask û perwana
Berê te wa li zozan
Li te rê dûro, westawo
Ji heval hogiran mawo
Berê te her li berjor e
Dikî gazî li pê wana
Bi vê qîrîn û hawarê
Xem û dedêm te tevrakir
Birînên dil te axaftin
Bi wan êş û kul û jana
Gelo ma qey tu dilya ye
Ji germa kerbela jaro
Di vê cihê bav û bapîran
Welatê berf û barana
Welatê kanî û ava
Welatê wa çemû mava
Welatê çîçek û baxa
Welatê mêrg û çîmena
Welatê fêris û mêra
Cihê petrol û mircana
Welatê bilbil û bazan
Welatê şalûr û qazan
Welatê dîlber û nazan
Welatê ebr û qeytana
Welatê kovî û şêran
Welatê xêr û hem bêran
Welatê gol û avgêran
Cihê Medya û Mîtana
Weyaxud tu evîndarî
Dixwazî dîtina yarê
Di gel hev ku bikin seyran
Di nêv bax û gulîstana
Li te mizgîn qulingê min
Qonaxa te ne pir dûr e
Bi yek firê tu dighê cem
Di nava erd û ezmana
Ne wek rengê min dil jar î
Ji gişt û dîtina yara
Me çeng û bask û per nîne
Ku wek te bighêjim wana
Ji Yezdan ez dikim hêvî
Tu bighê meqsed û wara
Bi dil şahî li hev rûnin
Li ser darên di qizwana
Bi xwedê kî qulingê min
Tu raweste hela carek
Ji te`r bêjim du sê peyvan
Delalê ber dil û cana
Berê te ger li Amed bî
Tu xweş deynî qulingê min
Li kêla şêx Seîdê kurd
Bidî ber deng û fîxana
Bikî qêrîn li ser gorê
Ku kuştî pêk ve bên dorê
Silavê min li hemyan ke
Heval û hogirê wana
Silavê min bikî dîsa
Li kurdêd Ameda rengîn
Li wa girtiyên di riya millet
Di çal û heps û zindana
Eger tu diçî Mehabadê
Li nîv gorê şehîdan deyn
Bibêje Qadî û Seyfî
Hezar rehmet li ser wana
Berê te ger li Serhed bî
Weyaxûd Dêrsim û Sason
Li zozanê şerefdînê
Li Agirîdax û Sîpan
Silavê min li kurdan ke
çi xort û qîz û mêr ê jin
Li xakî kurd ê Kurdistan
Li birc û xan û eywana
Bibêje ku gelek Tîrêj
Ji bo we tim pesindare
Belê ma çi bikî ew gêj e
Ji ber van çerx û dewrana
*www.tirej.info
**Rêzkirina tîpan:
-Mişel Osman(bavê Nisrîn)
-Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön