Dil dergehê xwe kilît kir
Kilît di derya werkir
Kî bi canê xwe diborî
Xwe ji bo dil bike gorî
Xwe noq bike bin avê
Kilîtê derxe dil ew divê
Bersiva wê
Xuşka delal û pir bedew
Kulîlka ser şaxê lema
Dergeh li dil girt û kilît
Avêtiye derya xema
Pîrê xem û derda me ez
Tim xesteyê rinda me ez
Rêberê rê winda me ez
Xesma di her çax û dema
Bo herdû çavên reş belek
Wek Macilan b`geşt û kelek
Derya li hev dim yek bi yek
Heta bi behra Qelzema
Hûtê binê behrê cîhan
Ez dê bi hawarkim li wan
Da bêne hana min ji can
çaxê ku çara min nema
Hawar bikim roj û şeba
Hawar bikim pêlên di ba
Hawar bikim hov û teba
Murxên li dor av û çema
Dakevme derya b`dest û mil
Derxim kilîtê deste gul
Dergeh vekim dîsa li dil
Tîrêjo dil para te ma
Dil cewhera kurdê b`şeref
Her ew e armanc û hedef
Derxim ji nav perçên sedef
Rewşen bikî qad û sema
Dil hesreta kurda ye ew
Li hêviya merda ye ew
şahê kul û derdaye ew
çibkim ji zêr û derhema.
*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön