Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Seyda: Erê şoxê erê canê Tu wer dam biçne seyranê Ji xwe`r carek temaşakin Li vê govend û dîlanê Keç: Ezê çibkim ji govenda Ji dahol û ji sazbenda Xem û derdê min pir kûrin Ji rengê gelyê Sîpanê Seyda: Kul û derd û xema bavê Were da`m biçine ber avê Ku dengê bilbilan xweş tê Di nêv baxê gulîstanê Keç: Bi şîrê dê, serê bava Tucar ez naçim ber ava Dilê herdem bi kul bima Wê çibke ji bilbilstanê Seyda:Bi qedrê Mishefa reş kî Bi roj û hîv û ateş kî Tu guh med gotinên vala Were da`m biçne meydanê Keç: Bi xirq û bendik û Laleş Bi Zerdeşt û bi arê geş Bi wî kalê veşartî ez Tu car naçim wê meydanê Seyda: Bi wê rewşa xwekî yarê Min bê par mek ji dîdarê Biçin havîngeha Sîpanê Li jora dengiza wanê Keç: Du çavên reş ezê kil kim Birû biskan bi avgul kim Evê xemla Mîtanî dê Bidim ber misk û rihanê Seyda: Bi wan peyvan gelek şa bûm Ji kêfan ez vewesta bûm çiqas ew roj bi min xweş bû Wekî cejna Kurdistanê Keç : Bi hesreta Mem û Zînê Bi Ferhad û bi şêrînê Ji van sûndê xwe poşman im Were dam biçne seyranê seyda: Ez û yarê li hev hatin Du dil bi hev me sipartin Me destê dostiyî da hev Bi soz û bext û peymanê Keç: Di rengê te nedî min kes Me bêdlya te êdî bes Kum û kolos tucar nadim Bi taca şahê îranê Seyda: Bese Tîrêj timî şabî Ji fikra ser tu vala bî Felek vêga bi mir dost e Ji fetl û çerx û dewranê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz