Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
şoxê de rabe ser xwe bigherin cih û wara çiyayê Kurdistanê cihê me dost û yara Bela bête dilê min xweşî û şademanî Pir xweşe geşt û seyran li zozanê Hekara Emê ji xwe`r ava kin xanîkî ser du maxan Li gundê Serçenarkê li navbera du tara Bi kunc û hem seferne bi cîcerk û bixêrîk Rêzkin li ber kulînê qafûr û çend kewara Emê qîma xwe bînin bi nanê garis û dew Bi meyir û bi nîskê bi danxav û savara Bi tolik û qinêber kumik û dobelanê Kereng û sersipîkê bi pincarê behara Emê herin nêçîra beytik û çikçikana Li gelî û newala li şikeft û mexara Emê ji xwe`r bibrêjin goştê teyr û tilûra Li ser agrê di qurma li ber lat û zinara Emê li ber xwe deynin du sê nanê tenûrê Ewî goştê biraştî li bin dara hinara Bixun bi şademanî firavîna xwe yarê Evê gera xwe yî xweş jibîr nakin tu cara Tîrêj temen te tev çû bi va xem û xeyala Ranabe dil bi lava ji va xew û temara Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz