Lê nazê lê lê nazê
Lê nazê gerden gazê
Lê nazê bûka xala
Va pez hatye ber mala
Lê nazê bêrîvanê
Meşkê deyne kolanê
Lê nazê lê zeriyê
Zû rabe her bêriyê
Bêrya danê êvarê
Dereng e ro çû xwarê
Lo şivano, pez bêrî ke
Hûr û gir, sed û mî ke
Lê nazê rû wek hîvê
Gerdenê zêr û zîvê
Tu bidoş pezê hilika
Têxe meşk û elbika
şîr germ bik lê koçerê
Valak dist û mexmerê
Darsêpyê veger xûşkê
Darvek tû vê re meşkê
Navkilê têx lewleba
Tu biklê serê siba
Nivişkê mastê miya
Yê ji sorgul û giya
Jê tê bêhna `emberê
Li ber Tîrêj ke koçerê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön