Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Rabe tifingê hilî, pêşmergê me Rexta bavê ser wî milî, pêşmergê me Tu b`şer û ceng û gilî, pêşmergê me Tola me kurda hilî, pêşmergê me Bê şer û ceng û xebat, pêşmergê me Nabî azad ev welat, pêşmergê me şengaî û Tor û Xelat, pêşmergê me Pêk ve dixwazin felat, pêşmergê me Mêrxasî karê te ye, pêşmergê me Dujmin ne barê te ye, pêşmergê me Dem dost û yarê te ye, pêşmergê me Kurdistan warê te ye, pêşmergê me Ev birc û xanêd me ne, pêşmergê me Bax ûbistanêd me ne, pêşmergê me Deşt û zozanêd me ne, pêşmergê me Koh û Sîpanê me ne, pêşmergê me Ev dem û dewra te ye, pêşmergê me Welat li hêvya te ye, pêşmergê me Gavê me li benda te ye, pêşmergê me çar û umîda me ye, pêşmergê me Dara jînê tim şîn e, pêşmergê me Ava ku tê ser xwîn e, pêşmergê me Ber xwedin û zanîn e, pêşmergê me Ne ku sêv û hirmîn e, pêşmergê me şêr e tu hem ejder î, pêşmergê me Tu b`xencer û şeşber î, pêşmergê me Herdem bijî tu ji me re, pêşmergê me Tîrêj bi te bawer e, pêşmergê me *www.tirej.info **Rêzkirina tîpan: -Mişel Osman(bavê Nisrîn) -Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz