Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Delala ber dila Nermîn gulî sorê sipî zendê Enî rojê birû hîvê te çav şînê şeker xwendê Dev û lêvên te yî nazik ji rengê xunçeya sorgul Ez im ew bibilê şadî te can û dil ji mi stendê Keç û xort têne meydanê buhar û cejn û newroze çiqa îro dinêrim ez xuya nakî li govendê Ji ber ku şahî û govend tu carî bê te xweş nabin Were dîsa tu wê xemlê bidî ber misk û mawerdê Bi wê bejna zirav carek bi pêlava bi kabik yar Bi wê kofya hevirmêşî bi bînok û gulabendê Tu dakev reqs û dîlanê bi te meydan bibî rewşen Wekî şewqa gelawêjê bi şev ruhnî bidî erdê Di dil min de nebî hesret ji ava zendeganî ez Bimûçînim ji kanya dev ji nav lêvên te comerdê Ku bendê qanûna Mizdik li ser dêman bixwînim ez Nigar û neqşeyên Manî xuyakin ew ji pişt perdê Ji ser sîng û berê taze ewê çarê tu bid alî Li ser da ku bilîzim ez bi dam û kişik û nerdê Memik wek cewherê taze ji nav perçê sedef derxim Diyarî bid me pêşmergan li Hekarê û Derbendê çiqa pesnê te bêjim ez bi dev xamê timî kême Li textê Kurd û Kurdistan şehînşah û xudawendê Hinav û gurçikên Tîrêj li ser pêta evînê tev Bi kevr û hesteyê pola wekî pîşo ji hev jendê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz