Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
şevke bê perde û poşî hate nik min rûgeşê şev bixêrek daye min xistim ji hiş wê çav reşê şev civîna dilgira ye min ji kêfa jêre got Ma gelo vêga ji meyxanê tu tê ey serxweşê Da mi bersiv gote na hinga mi xweş bawer dikir Rahiba dêr û kenîsan tê ji dîwana keşê Herdû ebrû li mi hildan wek du heyva l` min hilhat Yek ji hêla Mekehê ya dî ji hêla Laleşê Leşkerê Hurmiz du êrîş dane ser xakî cîhan Leşkerê zor Ahrîman revyan di tarîka reşê Rohnî û tavê seraser daye çar goşê zemîn Ez li ser çogan diçûm maç û tewafê neb meşê Bend û hêsîr kirme wa sîng û bera zendên sipî Ku li ber çav im diyarin her wekî perçê qeşê Neyneka Eskenderê Romî ziyayê ser derî Daye xwarê keleha Dara şikand wê şoreşê Rengê Roksana li ber min maye bê nirx û giraw Xeml û xêza rengereng lê bûn bela biskên di şê Ew şeva şadî û xweş Tîrêj tu car nakî ji bîr Can bi dest û yar li hember dengê nay û cembeşê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz